Erzingan, Xarpêt û Çewlig ji bo Newrozê amade ne

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Erzingan, Xarpêt û Çewligê amadekariyên ji bo Newrozê temam bûn. Hevserokên HDP’ê yên bajaran di 21’ê Adarê de gel vexwandin Newrozê. 

Ji ber qedexeyan wê îsal Newroz li gelek bajaran di 21’ê Adarê de bê pîrozkirin. Li bajar û navçeyan amadekariyên ji bo Newrozê bênavber didomin. Di vê çarçoveyê de amadekariyên Newrozê li Xarpêt, Erzingan û Çewligê bi dawî bûn. Wê li Çewligê Newroz di 21’ê Adarê de li Qada Duzagaçê bê pîrozkirin. Wê Parlementerê HDP’ê yê Çewligê Hişyar Ozsoy wekî axaftvan tev li pîrozbahiyê bibe û her wiha wê gelek hunermendên herêmî jî derkevin ser dike. Hevserokê DBP’ê yê Bajêr Veysel Kaya diyar kir ku xebatên tenîkî ber bi dawiyê ve diçin û got: “Newroz cejna azadiyê ye. Em ê tevî gelê xwe yê Çewligê dest bidin destê hevdu û Newrozê pîroz bikin. Em ê li dijî çewisandin û zilmê qadan tije bikin. Nemaze jî li dijî dagirkirina li Efrînê em ê nîşan bidin ku her der bi ruhê Efrînê olan dide.” 
 
Kaya, hemû çewligiyan di 21’ê Adarê de vexwand Qada Duzagaçê. 
 
XARPÊT
 
Walîtiyê destûr neda ku li navenda Xarpêtê Newroz bê pîrozkirin. Li ser vê Komîteya Amadekar a Newrozê ya Xarpêtê, ji bo li Qada Otogarê ya navçeya Qaraqoçanê pîroz bike serlêdan pêk anî. Serlêdan hat qebûlkirin. Wê Parlementerê HDP’ê yê Çewligê Hişyar Ozsoy tev li Newrozê bibe. 
 
Hevserokê HDP’ê yê Bajêr Osman Gorguluer, diyar kir ku Newroz rewma berxwedan û têkoşîna wekhevî, azadî, demokrasî û aştiyê ya gelên bindest e û got: “Agirê ku her sal di 21’ê Adarê de hatiye vêxistin bûye hêviya gelên bindest. Nemaze jî tekane çalakiya ku gelê kurd cesaretê jê digire. Newroz hemû bindestan pîroz be. Em li benda gelê xwe ne.” 
 
ERZINGAN 
 
Her wiha li Erzinganê jî wê Newrozê di 21’ê Adarê de li Qada Bazara Eskiyê bê pîrozkirin. Hevseroka HDP’ê ya Bajêr Şukran Kiral diyar kir ku amadekariyên wan temam bûne û got: “Newroz cejna gelên bindest e. Wê li dijî Dehaqên zalim berxwedana Mazlûm û Kawayan bidome. Wekî hevrêyên Kawayê Hesinkar em ê îsal jî qadên Newrozê veguherînin qadên berxwedanê. Em ê hebûna xw enîşan bidin.” 
 
Kiral, nemaze jî bang li jinan kir ku bi tillî û kincên xwe yên gelêrî dakevin qadan.