Wekîlê HDP’ê Aktaş: Ji bo siberoja welat Newrozê pîroz bikin

img

STENBOL – Parlementerê HDP’ê yê Stenbolê Erdal Ataş ji bo Newroza ku dê sibê li Stenbolê bê pîrozkirin got: “Ji bo pêşeroja welat, ji bo demokrasiyê em herkesî vedixwînin qadên Newrozê.” 

Wê sibê li Stenbolê Newroz li Bazara Gel a Bakirkoyê bê pîrozkirin. Parlementerê HDP’ê yê Stenbolê Erdal Ataş destnîşan kir ku hîn jî bênavber xebatên wan ên ji bo Newrozê didomin û gel eleqeyeke zêde nîşanî xebatan dide. Ataş got: “Em li benda sedhezaran e.” 
 
Ataş diyar kir ku dirûşmeya “Newroz berxwedan e, li dijî faşîzmê bihara gelan e” ji bo Stenbol dirûşmeyeke girîng e û got: “Yek ji navendên ku rojeva welat diyar dike jî Stenbol e. Du sal in li welat bi OHAL û KHK’tan pêvajoyeke fazşîmê heye. Ji ber vê hem di warê berdewamkirin têkoşînê hem jî xurtkirina berxwedanê de girîng e. Wê bibe bersiva êrîşên li dijî kedkaran. Wê bibe roja ku jin li dijî cinayetên jinan, polîtîkayên şidet û êrîşkarî xwe bînin ziman. Wê li dijî feraseta tekparêz bibe qada bilindkirina deng. Wê li dijî polîtîkayên şidet û şer û hewldana dagiriyê ya Efrînê bibe roja nîşandan helwestê.” 
 
‘JI BO PÊŞEROJA WELAT’ 
 
Ataş, bang li hemû stenboliyan kir û got: “Polîtîkayên faşizm û çewisandinê yên bi salan e didomin, di vê pêvajoyê de zêde bûne. Eger em li kuçeyan bersivan van polîtîkayan nedin, wê kesên li îktîdarê çi bixwazin bikin. Feraseta tekparêz îflas kiriye, qediyaye. Bi êrîşan dixwazin temenê xwe dirêj bikin. Em jî li dijî van polîtîkayan, ji bo pêşeroja vî welatî, ji bo demokrasiyê herkeî vedixwînin qadan.”