Taş: Êrîşa li ser Efrînê pira navbera gelê herêmê û Tirkiye de qut kir

img

STENBOL  - Serokê Giştî yê ODP’ê Alper Taş, diyar kir ku bi êrîşa li ser Efrînê pira navbera gelê herêmê û Tirkiye xera bû û got: “Tirkiye dibêje qey min Efrînê bi dest xistiyeû bi ser ketime, lê qet jî rewş ne wisa ye.” 

Serokê Giştî yê Partiya Azadî û Piştevaniyê (ODP) Alper Taş êrîşa Tirkiyeyê ya li ser Efrînê û ketina nav bajêr nirxand û got: “Tirkiye nemaze jî xeteke ku xwe dispêre tevkariya emperyalîzma DYA’yê şopand. Sûriyeya îroyî wekî bereke wan polîtîkayan derket holê. Û Armanca Tirkiyeyê ew e ku hemû herêmê bike herêmeke îslamî.” 
 
'WÊ EV POLÎTÎKA ÎSTIKRARÊ PEYDA NEKE’ 
 
Taş, bal kişand ser rûxandina peykerê Kawayê Hesinkar ê li navenda Efrînê jî û got, ev perçeyeke ji feraseta îslamî ye. Taş got: “Divê em li riya ku tikr û kurd li dor daxwazên wekhev û bi hev re bijîn bigerin. Polîtîkayeke ku bil di sedsala 21’an de ‘kurd tu mafî bi dest nexin’ polîtîkayeke şaş e. Divê derfeta ku çarenûsa Sûriyeyî sûriyeyî diyar bikin bê peydakirin. Di serî de DYA, divê hemû hêz dest ji Sûriyeyê berdin. Divê kurd, tirk, ereb, ermenî hemû gelên sûriyeyê xwe bi xwe bi awayekî azad çarenûsa xwe tayîn bikin. Tenê bi vê fikre azadî û aştiya li Sûriyeyê pêkan e. Bi poltîkayên Tirkiye, DYA û hêzên din li herêmê îstikrar nayê peydakirin.” 
 
'NE SERKETIN, ŞIK Û GUMAN E’ 
 
Taş, diyar kir ku encama operasyona Efrînê xistin roja salvegera Serketina Çanakkaleyê û bi vî awayî hatiye xwestin ku wekî serketinekê xewnên nû li civakê peyda bikin. Taş, destnîşan kir ku ev atmosfera netewperest ne nêzîkatiyeke rast e. Taş herî dawî got: “Tirkiye dibêje qey min Efrînê bi dest xistiyeû bi ser ketime, lê qet jî rewş ne wisa ye. Li Çanakkaleyê kurd û tirk li gel hev şer kirin. Ev ji bo pêşeroja hevpar a kurd û tirkên ku mil dan milê hev û şer kirin, qet nêvengeke erênî nade der. Bi vî awayî hesabê hilbijartina 2019’an dikin. Ev ne rast e.  Tirkiye der barê gelên herêmê de ber bi pêvajoyeke hîn kûrtir û veqetîner ve çûye.” 
 
'NIKARIN KAWAYÊ HESINKAR Ê DI DILAN DE BISTÎNIN’ 
 
Endama Meclîsa Jina ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Asli Azîm Yagci jî, operasyona Efrînê wekî dagirkeriyê nirxand. Yagci destnîşan kir ku peykerê Kawayê Hesinkar rûxandin û rakirin, lê belê nikarin ruhê Kawayê Hesinkar ê di dilê mirovan de birûxînin. Yagci, bi lêv kir ku ew ê îsal jî wekî her carê Newrozê pîroz bikin û li dor agirê Newrozê govendê bigerînin û got: “Em silavan ji Efrînê re dişinin û em ê agirê Newrozê vêxin.” Yagci diyar kir ku Efrînê agirê Newrozê ye û divê mirov li dor wê bibin xelek. Yagci got: “Çirûska cîhaneke bê çîn, bê sînor, bê şer e. Em dizanin ku dixwazin li Efrînê çi bikin, lê belê çi dikin bila bikin wê nikaribin rê li ser kevneşopiya bi hezaran salan bigirin. Qethiyen nikarin rê li ber baweriya azadiyê ya mirovan bigirin. Ew çi dikin bila bikin lê wê nikaribin me bitepisînin. Tiştên niha tên kirin, lîstikên ku berê dihatin texmînkirin. Ji bo em baweriyên xwe gurtir bikin, em ê ji nû ve govendê bigerînin.”