Newroza Enqerê dê di roja xwe de bê pîrozkirin

img

ENQERE – Komîteya Amadekar a Newrozê, diyar kiribû ku dê di 20’ê Adarê de Newrozê pîroz bikin. Komîteyê bernameya xwe guhert û diyar kir ku dê di 21’ê Adarê de Newroza xwe pîroz bikin.

Komîteya Amadekariya Newrozê ya Enqerê, berê diyar kiribû ku dê di 20’ê Adarê de Newrozê pîroz bikin, lê komîteyê bernameya xwe guhert û diyar kir ku roja Çarşemê di 21’ê Adarê de ewê Newrozê pîroz bikin. Rêxistina Partiya Demokratîk a Galan (HDP)a Enqerê, bi armanca Newrozê di roja wê de pîroz bikin, serî li Walîtiya Enqerê dan.