PYD'ê bang li Çekyayê kir: Demil dest Salih Muslim serbest berdin

  • rojane
  • 18:35 25 Sibat 2018
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), diyar kir ku binçavkirina Salih Muslim li dijî exlaq e û dewleta Çekyê şermezar kir. PYD’ê bang li gelê kurd û dostên wan kir ku li her derê çalakiyan pêk bînin.

 
Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bil kişand ser binçavkirina Endamê Komîteya Dîplomasiyê ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Salih Muslim û aşkera kir ku dewleta Çekyayê bê exlaqiyê dike û xwest Muslim demil dest serbest bê berdan.
 
Daxuyaniya PYD’ê wiha ye:
 
“Piştî ku vîna azad a gelên Bakurê Sûriyeyê û bi taybet gelê Efrînê, dewleta tirk têk bir, Tirkiye û rêjîma wê ya faşîzmê serî li rêbazên qirêj dide.
 
Birêz Salih Muslim xwedî kesayetek dîplomasî ye û karibû di van salên borî de yên temenê şoreşa Sûriyeyê û bi taybet şerê li dijî terora DAIŞ’ê bi roleke mezin rabû û di hemû qadên navnetewî de kiryarên terorê ji raya giştî re aşkera kir.
 
Birêz Salih Muslim di dema hevserokatiya xwe ya PYD’ê de bi roleke balkêş di pêşkêşkirina çareseriya siyasî ya li Sûriyeyê de rabû û projeya demokratîk a Bakurê Sûriyeyê pêşkêş kir û bi vê kedê nimûneya Sûriyeke demokratîk û pîvanên navneteweya azad bi pêş xist. Muslim hemwelatiyekî Sûriyeyê ye û niha bi awayekî fermî serdana Ewropayê dike û hewl dide dengê şoreşa Sûriyeyê bilind bike û hevkariyeke mezintir li dijî terora li Sûriyeyê û Rojhilat Navîn werbigire. Ev terora ku bi saya alîkarên hikumeta AKP’ê bi serê gelan bûye bela.
 
Hikumeta AKP’ê niha hewl dide hêzên li dijî şerê DAIŞ’ê şer dikin, tolê ji wan hilgire, birêz Salih Muslim bi hincetên dijî qanûnê bi destê hikumeta Çekê binçav dike.
 
Em weke Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) van kiryarên derexlaqî û derqanûnî yên dewleta Çekê şermezar dikin. Diviyabû dewleta Çekê bibûya deriyê hemû azadîxwaz û li dijî terorê derketa, lê dixwaze planên dewleta tirk hewl li Ewropayê belav bike. Em bang li dewleta Çekê dikin ku birêz Salih Muslim tavilê serbest berde û ji ber kiryara xwe ya derqanûnî û derexlaqî lêborîna xwe bixwaze.
 
Em bang li gelê Kurdistanê yê li Ewropayê û dost kurdan dikin ku van kiryaran dijî demokrasiyê şermezar bikin û bi erka xwe ya mirovahî û exlaqî rabin.”