EDENE - Kesên nasnameyên wan ne diyar, li 5 Taxên Edeneyê yên piraniya wan kurd lê dijîn, pirtûka “Xayînê welat ê bêol rêxistina terorê ya PKK’ê” ya Adnan Oktar li ber deriyan danîn.
Li Edeneyê heta bêje bûyerek balkêş şevê din qewimî. Li 5 Taxên Anadolu, 19 Mayîs, Koza, Kîremîthane û Guzelevlerî yên navçeya Yuregîr a Edeneyê ku piraniya wan kurd lê dijîn, li ber deriyên wan pirtûka “Xayînên welat ê bêol rêxistina terorê ya PKK’ê” ya Adnan Oktar hat danîn. Malbatê serê sibê rabûn, pirtûk li ber deriyê xwe dîtin. Malbatan bertek nîşanî vê yekê dan û nerazîbûnên xwe anîn ziman.
Kesên nasnemeya wan ne diyar li ber deriyê 5 Taxan şevê din pirtûk danîn.