Cenazeyeke din ê ji Gorîstana Xerzanê derxistin, teslîmê malbarê kirin

  • rojane
  • 13:56 25 Sibat 2018
  • |
img
BEDLÎS - Cenazeyê Celal Ovmen ê yek ji 267 cenazeyên ji Gorîstina Xerzanê hatin derxistin, teslîmê malbatê kirin.  
 
Cenazeyê Celal Ovmen (Sîpan çiyager) ê yek ji 267 cenazeyên ji Goristina Xerzanê yê gundê Oleka Jor a Bedlîsê hatin derxistin, telîmê malbatê hat kirin. Malbat ji bo cenazeyê kurê xwe bigirin serî li Serdozgeriya Bedlîsê dabûn. Li ser vê yekê cenazeyê Ovmen piştî kar û barên lêpirsîn, dan malbatê. Malbata Ovmen cenazeyê kurê xwe ji Nexweşxaneya Dewletê ya Tetwanê girtin û li gundê Sîpana Jêrîn a navçeya Elcewaz a Bedlîsê ji nûve defin kirin. 
 
Malbata Ovmen di meha Çile de bi Serdozgerê Komarê yê Bedlîsê re hevdîtin kiribûn û ji wan re hatibû gotin ku dê di demek kin de cenazeyê kurê wan bidin. Lê ji wê demê û heya niha cenazeyê Ovmen teslîmê malbatê nekiribûn û nû cenaze dan malbatê. Berî jî cenazeyê Dîlan Bîngol teslîmê malbata wê kiribûn û li Tetwanê hatibû defin kirin. Celal Ovmen, di sala 2015’an de li Kobanê jiyana xwe ji dest dabû û otopsiya cenazeyê wî jî li Amedê hatibû kirin. Piştî otopsiyê cenaze teslîmê malbatê kiribûn û cenazeyê Ovmen bi merasîmekê li Goristana Xerzanê hatibû definkirin.