YPG‘ê bersîv da biryara agirbestê

  • rojane
  • 12:57 25 Sibat 2018
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN – YPG‘ê têkildarî biryara Konseya Ewlekariyê ya agirbesta li Sûriyê pêk bînîn, diyar kir ku ew ê li gorî biryarê tev bigerin, lê li hemberî TSK'ê û komên girêdayî wê mafên parstina rewa pêk bînin. 

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) têkildarî biryara Konseya Ewlekariyê ya Navnetewî ya ragihandina agirbestê li Sûriyê ji bo 30 rojan daxuyaniyek weşand.
YPG‘ê di daxuyaniya xwe ya fermî de wiha got: “Li ser biryara Konseya Ewlekariyê ya hejmara /2401/ ya dîroka Şemî 24‘ê Sibata 2018‘an a bi armanca alîkariyên mirovî derbasî Sûriyê werin kirin; li tavahî Sûriyê, Efrînê jî di nav de agirbest were ragihand, em wekî Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Paratina Gelê radighînin ku em ê li gorî biryarê tevbigerin. Em ê biryara Konseya Ewlekariyê ya Navdewletî ya  rawestandina şer li hemberî hemû dijmînan, ji bilî rêxistina teror a DAIŞ‘ê  bi cih bînin. Lê di heman demê de em ê mafê parastina rewa li hemberî êrîşên artêşa Tirk a dagirker û komên girêdayî wê yên li ser Efrînê pêk bînin. Yekîneyên me soz dide ku ew ê derbasbûna şandeya Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên  mirovî ji bo herêmên Efrînê yên di bin serweriya yekîneyên bi ewle bike, da ku alîkariyên mirovî, tenduristî û ji bo dermankirina rewşên awarte yên ku di encama hedefkirina navendên aktîv ji aliyê artêşa Tirk û hêzên alîgirên wê ve  bi ziyan bûne, derbas bibe. Wekî Yekîneyên Parastina Gel em bang li hemû aliyên ku li Sûriyê şer dikin ku biryara Konseya Ewlekariyê ya Navnetewî pêk bînin.”