‘Bi şev û roj îşkence’

  • rojane
  • 10:45 25 Sibat 2018
  • |
img

WAN - Birayê Adnan Çaki yê li Girtîgeha Hejmara 2 a Ewlekariya Bilind a Xerpêtê tê girtin Siddik Çaki, diyar kir ku ji jiyana birayê xwe bifikare û got: “Rayedarên girtîgehê bi şev û roj îşkencê li birayê min dikin.”

Li Girtîgeha Hejmara 2 a Ewlekariya Bilind a Xerpetê her ku diçe binpêkirinên mafan zêdetir dibin. Birayê Adnan Çaki yê di girtîgehê de Siddik Çaki, diyar kir ku birayê wî ji sala 1997’an de sîrgûnê girtîgehên cûda hatiye kirin û wiha axivî: “Di 22’ê Sibatê de birayê min bi telefonê li min geriya û em bi hev re axivin. Birayê min di hevdîtinê got ‘Ewlekariya canê wan tuneye.’ Birayê min Adnan Çaki ji sala 1997’an  ve girtiye. Birayê min got rayedarên girtîgehê şev û rol îşkenceyê li wan dikin û ceza didin wan. Pirtûk û xurekên me ji wî re şandin nedanê.”
 
'BILA  ÎŞKENCE, ÊRÎŞ Û ZILM BI DAWÎ BIBIN'
 
Çaki, da zanîn ku li ser girtiyan tim êrîş hene û wiha got: “Bi şev û roj li girtî û hikûmxaran didin. Tu ewlekariya canê girtiyan tuneye. Ji jiyana birê xwe bi fikarim. Bila êrîş û zilam bi dawî bibe. Ji xwe girtîne û 24 saetan dibin çavan de tên girtin. Dibê ku asta êrîş û  îşkenceyên li ser girtiyan zêdetir bibe. Birayê min nekarî her tişt bi vekir di telefonê de bêje. Lê rewşa wan qet nebaşe. Divê demildest pêşiya van binpêkirinan bên girtin. Em dixwazin ev îşkence, zilam û zext bi dawî bibin. Yaredariyên girtîgehê berpirsê hemû kirînane. Ger tişt were serê birayê min yaredarên girtîgehê berpirsiyarin.”
 
Siddik Çaki, ji bo rewşa birayê xwe serî li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan a (ÎHD) Wanê da û alîkariya hiqûqî xwest.