Parêzerê Demîrtaş: Erdogan kirine bersûcên nepen

  • rojane
  • 12:00 18 Çile 2021
  • |
img
ENQERE – Parêzerê Selahattîn Demîrtaş Mahsûnî Karaman, têkildarî doznameya Kobanê diyar kir ku Serdozgeriya Komarê ya Enqerê, di doznameya Kobanê de pêvajoya çareseriyê weke sûc hesibandiye û Serokkomar Erdogan û hevalên wî jî kirine bersûcên nepen. 
 
Parêzerê Hevserokê Giştî yê Berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ku li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê girtî ye Mahsûnî Karaman, têkildarî doznameya Kobanê ku 3 hezar û 530 rûpelan pêk tê, li ser hesabê xwe yê medya civakî axivî. Karaman, diyar kir ku Serdozgeriya Komarê ya Enqerê, di doznameya Kobanê de pêvajoya çareseriyê weke sûc hesibandiye û Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan û hevalên wî jî kirine bersûcên nepen û got ku dibe Erdogan ji ber “pêvajoya çareseriyê” bê darizandin.