Bi hinceta sînordarkirinan bin pê kirine li 25 hezar kesan ceza hat birîn

  • rojane
  • 09:47 18 Çile 2021
  • |
img
ENQERE – Bi hinceta ku sînordarkirinên dawiya hefteyê yên şewbê bin pê kirine li 24 hezar û 755 kesa cezayê pere hat birîn û lêpirsînên edlî û îdarî hatin vekirin. 
 
Wezareta Karên Hundir, têkildarî qedexeyên derketina derve daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bi hinceta sînordarkirinên dawiya hefteyê yên şewbê bin pê kirine derbarê 24 hezar û 755 kesan de lêpirsînên edlî û îdarî hatiye destpêkirin û cezayê pere li wan hatiye birîn.