28 sal bi ser qetilkirina Karaagar re derbas bûn: Rojname bûbû jiyana wî

  • rojane
  • 09:09 18 Çile 2021
  • |
img

WAN – Di ser qetilkirina belavkarê Rojnameya Ozgur Gundemê Orhan Karaagar de 28 sal derbas bûn. Birayê Karaagar, Eşref Karaagar got: “Orhan rojnameyê ji xwe re kiribû jîngeh. Wî jî wek hevalên xwe yên din li gel dizanibû kuştin heye jî dîsa rojnamegeriyê dikir.” 

Orhan Karaagar li Wanê belavkarê Rojnameya Ozgur Gundemê bû. Di 19’ê çileya sala 1993’yan de li naverasta kuçeyê hat qetilkirin. Di ser qetilkirina Karaagar de 28 sal derbas bûn. Karaagar dema diçû mala xwe li ber avahiyak înşat a li ser Cadeya 2’yê Nîsanê hatibû qetilkirin. Li gel 28 sal derbas bûn jî lê kujerên Karaagar nehatin dîtin. 
 
Karaagar di darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê de tê girtin û du sal û nîv li Zîndana Amedê dimîne. Ew di damezrandina Komeleya Mafê Mirovan a Wanê de cih digire û di sala 1991’an de li Ozgur Gundemê dest bi xebatê dike. Dema ew rojnameyê digerîne jî gelek caran bi gefên kuştinê re rûbirû dimîne û tevî vê yekê jî dibêje “heta ku ez sax bim ez ê rojnameyê belav bikim.” Heta roja hat qetilkirin jî rojnameyan gerand û gihand xelkê. 
 
Birayê Orhan Karaagar, Eşref Karaagar ji ajansa me re axivî û destnîşan kir ku li gel ewqas sal bi ser qetilkirina rojnamevanên kurd re derbas bûye jî lê zextên li ser çapemeniya azad kêm nebûne. 
 
‘TÊKOŞÎNA XWE BERDEWAM KIR’ 
 
Eşref Karaagar diyar kir Orhan Karaagar beriya her tiştî mirovek pir baş bû û got: “Ew şoreşgerek pir baş bû. Ez bawerim divê meriv wezîfeya mirovatiya xwe wisa bicih bianiya.” 
 
Karaagar da zanîn ku kekê wî Orhan di bin bandora bûyerên di salên 1970’an de qewimin de ma û di nava demê de hin bêtir cihê xwe di têkoşînê de girt. Karaagar anî ziman ku wan Orhan wek keseyatek têkoşer û hezkirina wî ya ji bo jiyanê dinasîn û got: “Di salên ku têkoşîn mezin bû û belavv bû darbeya 1980’yî pêk hat. Ji ber tiştên qewimîn kekê min jî para xwe girt. Ew di sala 1982’yan de hat girtin. Li Zîndana Amedê du sal û nîv girtî ma. Piştî ku ji zîndanê derket jî dîsa di nava refên têkoşînê de cih girt û têkoşîna xwe domand.
 
ROJNAME BÛBÛ JIYANA WΠ
 
Mercên têkoşînê vê carê bêtir giran bûn. Wek mirinek ji agir bû. Têkoşîn mezin dibû.  Bi vê re her roja ku diçû bedel dayîn jî giran dibû. Di vê pêvajoya dijwar de li rojnameyê dest bi xebatê kir. Tekane jîngeha Orhan rojname bû. Wî jî wek hevalên xwe yên din li gel dizanibû wê were kuştin jî lê dîsa rojnamegeriyê dikir. Em jî wek malbata wî li ser agir bûn. Serdema tarî ya kiryarên wan diyar dest pê kiribû û dayika min û hevjîna Orhan endîşdar dibûn. Lê belê rojname bûbû jiyana kekê Orhan û vê mirinê jî da ber çavê xwe.” 
 
KUJER NEHATIN DÎTIN 
 
Karaagar destnîşan kir ku piştî qetla Orhan doz dest pê kir û li dadgehan wek her demê kujer meçhul ma û pişt re îtîrafkar Mûrat Îpek û Mûrat Demîr bûyerê vegotibûn û li kovarekê bûbû manşet. Eşref Karaagar anî ziman ku li gel îtîrafkar axivîn jî wek kujerên bûyerên din kujerên kekê wî jî nehatin dîtin û bûyer di tariyê de ma. 
 
ZEXT BERDEWAM DIKIN 
 
Karaagar destnîşan kir ku li gel ewqas sal di ser wan kuştinên bêbext de derbas bûn jî lê zextên li ser rojnamevanan qet kêm nebûne û ber bi hin pêvajoyek xerabtir ve diçe û ji rojnamevanan bigire heta nivîskar û siyaetmedaran di bin zextan de ne. Karaagar got tevî her tiştî jî lê wan kêliyek jî hêviya xwe nevemirandine û her ku diçe ev hêviya wan mezin dibe.