Rojnamevan girtin kar û dixwaze rojnameyan bêdeng bike

  • rojane
  • 09:09 18 Çile 2021
  • |
img

AMED – Serokê Şaredariya Navçeya Rezanê Huseyîn Beyoglû yê ku pereyê şaredariyê xerc dike û şaredariyê xistiye bin deyn tê nasîn vê car jî ji bo nûçeyên neyînî derbarê wî de dernekevin rojnamevanan û kesên nêzî AKP'ê girtiye kar. 

Di Hilbijartina Xwecihî ya 31’ê Adara 2019’an de li navçeya Rezanê ya Amedê Namzetê HDP’ê Zeyyat Ceylan ji sedî 71’ê dengan wergirtibû û bi ser ketibû. Lê Desteya Bilind a Hilbijartinê bi boneya Ceylan bi KHK’ê hatiye îxrackirin mazbataya wî nedayê û namzetê AKP’ê Huseyîn Beyoglû di hilbijartinê de têk çûbû tayînî şûna Ceylan kir. 
 
KESÊN AKP’YÎ GIRTIYE KAR 
 
Derket holê ku ji bo di çapemeniyê de nûçeyên li dijî Beyoglû dernekevin rojnamevan û xizmên wan girtiye kar. Ji roja ewil ve ji ber karûbarên nelirê tim navê Beyoglû di rojevê de ye. Di nava “rojnamevanên” ku Beyoglû ew girtine kar de berpirsê çapemeniyê yê Serokatiya AKP’ê ya Bajêr a Amedê jî heye. Yên girtine di yekîneyên cuda yên şaredariyê de hatine wezîfedarkirin. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin; Şîrovekarê Sporê yê TRT Kurdî Saffet Azbay, nûçegihanê Rojnameya Olay a Amedê Berat Aslan, Gerînendeyê Weşana Tiştî yê Rojnameya Oz Diyarbakir a Amedê Ahmet Beşenk, nivîskarê malpera înternetê ya bi navê Expressvatan Îsmaîl Alkaya, Selman Yaz ê xizmê Cîgirê Serokê AKP’a Amedê Mubarek Yaz, Mehmet Kizoglû yê birayê endama Meclîsa Şaredariya Rezanê ya AKP’yî Guzel Kizoglû, Fadil Akyildiz û Muhammed Çelîk ên xizmên Serokê Baskê Ciwanan a AKP’a Amedê Seyda Akyildiz, keça Serokê Komeleya Kuluba Ciwanan û Sporê ya Amedê Şehmuz Kizilaslan, Sena Kizilaslan daxilî kulubeya sporê ya şaredariyê kirin. 
 
Şehmûz Kizilaslan derbarê mijarê de ji ajansa me re axivî û îdiayên derbarê xwe de red kir. 
 
BUDÇEYA ŞAREDARIYÊ QEDAN Û ŞAREDARIYÊ XISTIYE BIN DEYN 
 
Beyoglû yê AKP’yî ku bi gelek nelirêtiyê xwe bûye mijara nûçeyan 14 îhale da 14 şîrketên ji derveyî bajêr û vê yekê jî bi ûsûla vexwendiyê spartiya Xala 10’emîn a Qanûna Îhaleya Cemaweriyê. Her wiha Beyglû li şûna îhaleyê bi metoda bazariyê di îhaleya “Teşhîzata buro û makîneyên kargehê” de kelûpelên bi 227 hezar 915 lîreyî dihatin kirîn lê 825 hezar 410 lîre pere razandiye û şaredariyê bi 597 hezar û 495 lîreyî xistiye zirarê. 
 
Roja Beyogû dest bi kar kir 26 milyon TL di qasa şaredariyê de hebû û deynê şaredariyê jî tune bû. Budçeya 192 milyon lîre ya şaredariyê di 6 mehên ewil ên sala 2020’an de qedand. Beyoglû şaredariyê 90 milyon lîre xistiye bin deyn û ji roja hatiye ser wezîfeyê û vir ve nêzî 500 milyon lîre xerc kiriye. 
 
Beyoglû ji ber deynên şaredariyê araziyên şaredariyê ji îmarê hatine vekirin firotiye û di 2 salên dawî de 17 parsel erdên şaredariyê bi 20 milyon lîreyî firotiye. Erdê bi nirxa 11 milyon 665 hezar lîreyî jî derxistiye ber firotinê.