Kaya: Divê kurd di navbera xwe de dîplomasiyê li pêş bixin

  • rojane
  • 09:08 18 Çile 2021
  • |
img

AMED – Cîgirê Giştî yê PÎA’yê Ahmet Kaya destnîşan kir ku pêwîste kurd di nav xwe de dîplomasiya xwe li pêş bixin û got: “Hem teorik hem jî pratîk divê xebatek hemwest were birêvebirin. Çimkî berpirsiyarek dîrokî ye.”

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (DBP), Komeleya Şoreşgerên Demokratîk a Kurd (DDKD), Partiya Demokrata Kurdistan – Tirkiye (PDK-T), Partiya Demokrat a Kurdistan – Bakur (PDK-Bakur), Partiya Însan û Azadiyê (PÎA), Partiya Azadî û Partiya Komunîst a Kurdistan (KKP) ji bo yekîtiya neteweyî ya kurd saz bikin hatin gel hev û di kanûna 2019’an de di bin navê Xebata Tifaqa Kurdistanî de dest bi xebatên xwe kirin. Cîgirê Serokê Giştî yê PÎA’yê Ahmet Kaya têkildarî xebatên birêve dibin û asta xebatên wan gihîştinê nirxand. 
 
‘DIVÊ EM PRATIKÊ BAŞ BIHÛNÎNIN’ 
 
Kaya diyar kir ku piştî Xebata Tifaqa Kurdistanî ava kirine wan biryar girtiye ku bi awayê periyodîk werin gel hev û biryara saziyên xebatê birêve bibin girtine û hem ji ber zextên siyasî hem jî partiyên di tifaqê de cih digirin ji ber ji asta teorîk derbasî asta pratîk nebûne biryara wan girtiye neketiye meriyete. Kaya anî ziman ku ew di warê siyasî de di qonaxek û pêvajoyek dijwar de derbas dibin û wiha got: “Em komîsyonan ava dikin çend roj şûn ve tu dibînî partiya di komîsyonê de cih digire li holê nîne. Ya hatiye girtin an jî ji bo nekeve girtîgehê derketiye derveyî welat. Ji ber vê yekê jî em vedigerin serî. Siyaseta kurd bi van operasyonan re bi rastî jî bi tegasiyên cidî re rûbirû maye. Bifikirin sê sal berê însanên em li gel hev bûn û me xebat birêve dibir niha hema bêje hebek ji wan nîne. Mijarek din jî ew e ku biryarên em di teoriya tifaqê de datînin pêşiya xwe em naxin pratîkê. Em di teoriyê de gişt di ferqê de ne lê dema tê pratîkê wisa rehetiyek tê me. Ez bawerim divê em wê pratîkê baş bihûnînin.” 
 
REXNEYA LI XEMSARIYÊ GIRT 
 
Kaya destnîşan kir ku kurd di serdemek herî zêde pêdivî bi yekîtî û yekbûnê dibînin re derbas dibin û partiyên di tifaqê de cih digirin li ser “xemsariyê” rexne kir û banga divê tevahî tevgerên siyasî yên kurd enerjiya xwe ji bo yekîtiyê xerc bikin li wan kir. 
 
 
XEBATA ŞÊNBER PLATFORMA ZIMAN E 
 
Kaya anî ziman ku divê Xebata Tifaqa Kurdistanî ji bo pêkanîna yekîtiya her qadê rolên teşwîqî bileyîze û heta niha li ser xebatên zimanê kurdî Platforma Zimanê Kurdî wek xebatek şênber xuya dike. 
 
PÊŞNIYAZA ŞANDEYÊ 
 
Kaya destnîşan kir ku divê hêzên siyasî yên kurd di nav xwe de dîplomasiyê li pêş bixin û ji bo vê jî lazim e şandeyek ava bikin û wiha got: “Hem ji bo pêkanîna yekîtiyê divê tu çarçoveya nexşerêya li pêşiya xwe û teorîk xêz bikî hem jî dem bi dem rojane îhtîlafa navxweyî û li dijî pevçûnên navxweyî ku tê xwestin derkeve divê desteyek hakem were avakirin. Pêwîste em xebatê bi leztir bikin. Çimkî her ku lêgerînên me zêde dibin û nêzî gav avêtina pratîkê dibe, pêngavên dijîtiyê jî li pêş dikevin. Ji bo ev pêngavên dijîtiyê wer berterafkirin divê demildest şandeyek were avakirin.” 
 
BERPIRSIYARIYA DÎROKÎ
 
Kaya bal kişand ser girîngiya tifaq kurdî û wiha got: “Her tişt ji gavên biçûk dest pê dike. Em di ferqa nêzîkatiyên xwe de bin. Divê em bi awayêk cidî nêzî meseleya yekîtiyê bibin. Pêwîste em hewldanên zêde û cidî xerc bikin. Hem di warê teorîk de hem jî di warê pratîk de divê xebatên hemwext werin birêvebirin. Ji bo vê yekê jî kî çi dikaribe bike wê baş bibe, çimkî ev berpirsiyariyek dîrokî ye.” 
 
MA / Ergîn Çaglar - Cengîz Ozbasar