Dadgehê leşkerên qaçaxî kirine û bertîl xwarine tehliye kir!

  • rojane
  • 09:01 18 Çile 2021
  • |
img

MÊRDÎN - Li Mêrdînê Femandarê Hidût ê 2’yemîn Îlkay Kati û leşkerên wî ji bertîl û qaçaxiya koçberan hatibû girtin. Astsûbay Gurkan Sînan îdia dike ku wî ji ber zexta polîsan îfade li ser fermandar daye û li ser vê yekê endamên şebekeyê hatin berdan. 

Di çarçoveya lêpirsîna “qaçaxiya koçberiyê” û “bertîlê” ya ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê ve birêvebirin, Fermandarê Tabûra Hidût a 2’yemîn a li Nisêbînê Serdarê Piyade Îlkay Kati û astsûbayên bi navê Nîhat Mûratoglû, Azîz Çaki û Gurkan Sînan û kesên sivîl jî di nav de 7 kes di tebaxa 2020’an de hatibûn girtin. Di îdidanameya derbarê van kesan de hat amadekirin tije hûrguliyên balkêş in. Di îdianameyê de tê gotin şebeyek wiha li xeta Şirnex-Cizîrê jî heye.
 
Di îdianameyê de îtîrafên van leşkeran jî cih digirin. Li gorî îfadeyên Gurkan Sînan ew fermandar Îlkay Kati destekê dide qaçaxiya koçberan û li ser vê bertîlê dixwe û pereyê ji vir tê jî leşker di nava hev de parve dikin. 
 
Di îdianameyê de hatiye destnîşankirin ku di lêgerîna mala Gurkan Sînan de 21 hezar 750 dolar, hezar û 405 TL, 85 heb nîvzêr, 21 heb zêrê tam, 7 heb zêrê cumhuriyetê û gelek zêrên din tên desteserkirin û van pere û zêran ji faliyetên qaçaxiyê bi dest xistiye. 
 
SÛC KIRIYE LÊ QEBÛL NEKIR 
 
Di îdianameyê de cih dane îfadeyên Serdar ango fermandar Îlkay Kati jî û ew sûcdariyên li ser xwe red kiriye û dibêje Sînan Gurkan sûcê kiriye xistiye stûyê wî jî. 
 
GURKAN SÎNAN LI DADGEHÊ ÎFADEYÊN XWE GUHERANDIYE 
 
Danişîna ewil a dozê di 12’yê çile de li Dadgeha Cezayê Giran a 1’emîn a Mêrdînê hat lidarxistin. Di danişînê de Gurkan Sînan ê astsubay îfadeyên xwe diguherîne û îdia dike ku polîsan di binçavan de gef lê xwarine û wî di bin zextan de îfade daye. Sînan îdia dike ku polîsan jê re gotiye derbarê Fermandarê Tabûrê Îlkay Kati de îfade bide. 
 
Îlkay Kati ê serkêşê vê şebekeyê di îfadeyên xwe dadgehê de derewandina sûcdariyên li ser xwe domand û dema ew li betlanê bûye jî Gurkan Sînan jê re ji berîka xwe pere jê re şandiye. 
 
ENDAMÊN ŞEBEKEYÊ HATIN BERDAN
 
Piştî parastina van endamên vê şebekeyê şandeya dadgehê dema girtina wan û gumana reva wan nîne biryara berdana wan da û endamên vê şebekeyê hemû ji girtîgehê hatin berdan. 
 
MA / Ahmet Kanbal