Rojnamegeran qala Hrant Dînk kirin: Ew zimanê heqîqetê bû

  • rojane
  • 09:01 18 Çile 2021
  • |
img

STENBOL – Hevalên Hrant Dînk ên rojnameger qala Hrant  kirin û wekî 'Zimanê heqîqetê' pênase kirin. Rojnamegeran, destnişan kirin ku Hrand dixwest li ser vê axê hemû mirov di nava hev de azad û bi aştî bijîn.

Tetîkêş Ogun Samast 14 sal berê di 19'ê Çileya 2007'an de Gerînendeyê Weşana Giştî ya Rojnameya Agosê Hrant Dînk li pêş avahiya rojnameyê ya Şîşlî li kolanê qetil kir. Rojnameger Hrant Dînk beriya bê kuştin, nivîsa bi sernavê "Sirra Sabiha-Hatun" nivîsand û bû hedefa kesên dijadperest. Dînk, heta roja ji aliyê Tekîkêş Ogun Samast ve hat kuştin jî her tim bû ziman û pênûsa heqîqet û rastiyan. Her tim ji bo aştiyê helwest nîşanda. Piştî Hrant hat kuştin êdî cihê wî vala ma. Hevalên Hrant Dink ên rojnameger qala jiyan û rastiya Hrant kirin. 
 
Nivîskar û Karikaturist Kemal Gokhan Gurses, anî ziman ku piştî Hrant dest bi xebata Agosê kir Hrant nas kir û wiha got: "Wê demê me bi komek biçûk a tecrûbe û zanîna wan a rojnamegeriyê tunebû, dest bi amadekariya weşana Agosê kir.  Ez ji bo bibim alîkarê komê diçûm rojnameyê. Wê demê Rojnameger Umît Kivanç, ji logoya rojnameyê heta rûpel û vesazkirina rojnameyê piştgiriyek mezin da xebatên rojnameyê. Wê demê Ender Ozkahraman bi 
karikaturên xwe piştgirî dan rojnameyê. Min li ser navê xwe hin caran tashih çêdikir. Gelek caran jî bi rêk û pêk min karîkatur xêz dikir. Rojnameyek ku bi Tirkî bihata weşandi bû. Pêveka Ermenîkî jî hebû. Ermeniyan yekem car nasnameya civaka xwe ya veşarî bi raya giştî re parve dikirin. Li gorî min armanca Hrant jî ev bû. Wisa difikî ku mirovên hev dibihîzin, fam dikin, bi hevre di axivin, dikarin ji pêşdaraziyên xwe dûr bikevin. Dixwest vê yekê binerinek aşkere û vekirî bike. Hrant digot ‘Divê tenê rêyek me hebe. Ew jî divê em jiyana bi hevre biparêzin. Ev rê hem pêdiviya aqil û hem jî pêdiviya wîcdan e'. " 
 
‘PIŞTÎ NIVÎSÊ HAT KUŞTIN'
 
Rojnameger Gurses, da zanîn ku Hrant di gotara sernavê “Aliyên me yên wekhev û aliyên me yên ji hev cuda" de nivîsa “Pêdivîya me ji hola niqaşê ya ku em karibin uslubê xwe baş kontrol bikin heye. Divê di vê holê de em li şûna 'mirmirê xwe' bi îfadeyek azad a 'tê famkirin' bi axivin. Dema em vê yekê dikin jî divê em li aliyê hev ên tenik û nazik baldar bin." Her ku Hrant Dink xwest deng û rewşa xwe bîne ziman û parve bike, kesên xwestin wî dorpêç bikin û gotina wî bitepisînin zêde bûn."  
 
Gurses, da zanîn ku kesên îro jiyanê li welat teng dike, wê demê qada jiyana wî jî dorpêç kirin û teng kirin. Gurses, nivîsa Hrant a "Çima ez kirim armanc" bibîr xist û gotinên Hrant ên 'Kesên gotin ‘Êdî ev Hrant Dink  zêde nikê xwe dirêj dike... Divê mirov hedê wî bide wî' ketin nava tevgerê. Ez qebûl dikim. Ev Îdea min û nasnameya min a Ermeni pir dike navend. Daneyê di destê min de vê îdeayê li min ferz dike. Ya baş ez van tiştê ez dijîm û hîs dikim li we parve bikim. Piştre hûn dizanin' bibîr xist û wiha got: "Piştî vê gotinê berê xwe dan Hrant û demek kurd dengê çekan bilind bû. 
 
CUDAYÎ WEKÎ DEWLEMENDIYÊ DÎT
 
Hevalê Hrant Tatyos Bebek jî anî ziman ku Hrant Dink dixwest li ser vê axê hemû mirov bi reng û ruyê xwe yê cuda bi hevre û azad bijîn û wiha got: "Dixwest hemû mirov azad û bi aştî bijîn. Dink ev daxwaza xwe bi gotina “Ez Tirkiyeyî me. Ez Ermenî me. Ez heta qirika xwe Anadolûyî me. Ez tu carî nefikîm ku vî welatî terk bikim. Nefikrîm ku berê xwe bidin welatên Rojava. Her tim min ji bo xwe kir fikar ku welatê xwe bikim bihişta azadiyê.' anibû ziman."  
 
Bebek, destnîşan kir ku Hrant Dink her tim reng û baweriyên cuda wekî dewlemendî didît û wiha axivî: “Diviya bû li mafê hemû kesên kêmar xwedî derketina. Di rastiyê de pirsgirêka kêmaran, pirsgirêka Kurd, elewî, turbanê pirsgirêka nasnameyê bû. Hrant bawer dikir ku hemû pirsgirêk bi rê û rêbazên demokratîkbûnê bêne çareserkirin. Bi terz û uslubê xwe yê îknakar bandor li ser hemû derdor û beşên cuda dikir. Ev aliyê Hrant bû sedem ku pirsgirêka Ermeniyan bê niqaşkirin û guhdarkirin." 
 
Bebek, anî ziman ku 'Çûkê bi tas û was' bêdeng kirin û wiha axivî: "Kesên li pey wî man jî bawer dikirin ku tekoşîna demokratik û aştiyê pêwist e, lê ne hêzane zû bigêjin vê armancê." 
 
ENGÎN: BIN BERÊ NAVÊ WÎ JÎ NIZANÎBÛ
 
Rojnameger û nivîskar Aydin Engîn jî naskirina Dink wiha vegot: “Min berê ew nasnedikir. Min navê wî jî nebihîstibû. Di sala 1992’an de piştî 12 salên penaberiyê ez hatim Tirkiyeyê. Lê ji ber zagona Ozal derxistibû, divîya bû ez ji 6 parên cezayê xwe parekê li girtîgehê bimînim. Yanî ezê ji balafirgehê biçûma girtîgehê. Polîsan ez ji deriyê balafirgehê girtim. Li pêş deriyê balafirgehê komek rojnameger ez pêşwazî kirim. Di nava wan de yekî çavreş, por roj û bejin bilind xwe da alî û destê xwe da ser milê min û got: ‘Birayê aydin em bi nivîsên te mezin bûn. Tu bi xêr hat nava me. Ez Hrant Dink’. Ev piştî 12 salan xelatek pir bi wate bû. Min bi wî destê germ ê da ser milê min ew nas kir." 
 
Engîn, da zanîn ku îro xeta Hrant Dink bi rojnamegerên ciwan berdewam dike û wiha lê zêde kir: "Agosê ne wekî dîroka Cumhuriyetê ku li dijî Bîrdoziya Nijadperestiya Tirk hin caran dengê xwe bilind kir, hin caran dengê xwe nizm kir û stuyê xwe xwar kir. Di nava civaka Ermenî de bi dengekî pir cuda dengê xwe bilind kir. Hrant her tim destnîşan kir ku kêmarên Ermenî divê her tim wekî welatiyên wekhev li vî welatî bijîn. Niha ev ev xet ji aliyê Hrantên ciwan ve bi biryarî didome." 
 
 
‘DÊ WEKÎ LANETEKT BI QEHR BISEKINE' 
 
Rojnameger Emel Kurma jî anî ziman ku wê Hrant piştî sala 1990’an di xebatên Komeleya Welatên Helsinkî de nas kir û wiha got: "Di jiyana xwe de yek ji kesên herî zêde ez bi naskirina wî kêfxweş bûm Dink bû. Hrant kesekî pir germ û ji dil bû. Wî xwest em ji nûve çavê xwe li vê dinyayê vekin û em bi hev bawer bibin. Xwest em xwe ji pêşdarazên xwe xelas bikin. Wekî gotina Hrant a 'Dojeha em dijîn kir bihişt.' Ji ber vê yekê kuştina wî dê her tim wekî laneteke bi qehr di dilê me de bisekine." 
 
ÎSAL DÊ BI RÊYA ONLÎNE BIBÎR BÎNIN
 
Ji Înîsiyatifa Hevalên Hrant Bulent Aydin jî Hrant wekî Vebêjê Heqîqetê (zimanê heqîqetê) pênase kir û wiha got: "Îsal em ê ji salên din  cudatir Hrant Dink bi rêya Onlînê bibîr bînin." 
 
MA / Ferhat Çelîk