Sever a jê hat xwestin bi pereyan li pêş HDP’ê rûne: Keça min ji ber we çû

  • rojane
  • 09:01 18 Çile 2021
  • |
img

STENBOL - Hanim Sever a polîsan 2 caran li wê geriyan û jê xwestin bi pereyan li ber avahiya Rêxistina HDP’ê ya Amedê rûne, bersiva “Keça min ji ber we çû” da polîsan û ji wan re got: “Ez ji bo 3 quriş pere tenezûl nakin ku biçim wê derê rûnim. Ez naxwazim kes jî, biçe wir rûne.”

Desthilatdariya AKP’ê ya ku ji bo pirsgirêka Kurd, çareseriya demokratîk red kir, hin malbatên ku îdîa dike, HDP’ê şandine çiyê, ji 3’ê Îlona 2018’an ve li pêş avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê dane rûnişkandin. Piraniya van malbatên ku bi teklîfên pere û kar li ber avahiya bajêr rûniştin, piştî bendemayinek kurt dawî li vê rûniştina xwe anîn. Malbatên ku niha li ber avahiya bajêr tên rawestandin jî, piraniya wan malbatên esker û polîsên ên di destên HPG’ê de dîl girtine.    
 
Ji bo vê plana AKP’ê ya ku dihat xwestin baş neçe jî, hîna hewldanên komkirina malbatan ên li pêş avahiya HDP’ê dewam dikin. 
 
Dayika Rozerîn Sever a li dijî êrîşên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê û gelê Kurd, di Çileya 2015’an de tevlî refên PKK’ê bû Hanim Sever, diyar kir ku polîsan 2 caran li wê geriyane û pere teklîfê wê kirine ku biçe pêş avahiya Rêxistina HDP’ê ya Amedê rûne. 
 
TEKLÎF RED KIR
 
Seven, da zanîn ku berî 5 mehan polîs li wê geriyan û wiha axivî: “Polîsan ji min pirsa ‘Agahiya te ji  Rozerîn heye’ kirin. Min ji wan re got ‘na tuneye.’ Li ser vê yekê gotin, ‘Were em te bibin ber avahiya HDP’ê ya Amedê. Li wê derê rûne. Dibe ku keça te were.’ Min ev bersiva da wan, ‘Keça min di temenekê ku bixwe biryara xwe bide de ye. Ger keça min biryarek da be, ji bo ku ez wê paşve vegerînim, ez ê nekevin nava hewldanan.’ Min bi vî awayî ev teklîfa wan red.” 
 
PERE TEKLÎF KIRIN
 
Seven, daxuya kirin ku polîsan berî 2 mehan cardin bi telefonê li wê geriyane û wiha got: “Ji bo ku ez pêş HDP’ê rûnim vê carê jî pere teklîfî min kirin. Vê carê jî min bersiva ‘Ez ne diçim wê derê û ne jî tenezûla tiştekê wiha dikim’ da polîsan. Polîsan li ser vê yekê ji min re gotin, ‘Em ê mesrefa çûyîn û hatine te bidin.’ Bi vî awayî 10 hezar TL pere teklîfî min kirin. Lê min bertek nîşanî wan da û got, ‘Tu pêdiviya min tuneye ku biçin li pêş avahiya Amedê rûnim. Ez naxwazim, tenezûl nakim. Ez naxwazim tu dayik jî herin wir û rûnin. Ji bo 3 qirûş pere ez naçim wir û rûnanim. Ev şermeke mezine.’” 
 
‘KEÇA MIN JI BER WE ÇÛ’
 
Sever, dest nîşan kir ku dema polîsan ji wê re gotine, “Keça xwe bîne, em ê cezayê wê kêm bikin” jî, ev bersiv daye wan: “Ji xwe cezayê keça min hebû. Hûnê kîjan cezayê wê kêm bikin. Keça min ji ber wê çû. Hûn tim li dû wê bûn. Ji ber ku keça min li wire dilê min rehete. Lê li vê derê, li van kolanan qet dilê min ne rehete. Ez naxwazim.” 
 
‘BILA KES LI BER HDP’Ê NE RÛNE’
 
Seven, di dewama axaftina xwe de wiha bilêv kir: “Gelê Kurd û dayikên Kurd divê xwedî li biryarên zarokên xwe derkevin. Ez bang dikim ku tu kes neçin ber deriyê HDP’ê ne rûnin. Malbatên li ber HDP’ê rûniştine, dinava şaşiyek pir mezin de ne. Bi vî awayî zarokên xwe xirab nîşan didin. Zarokên xwe sewqî rêyên ne baş dikin. Zarokên wan jî niha ji bo wan diqehirin.”
 
ÇARESERÎ MAFÊN KURDAN NASKIRINE
 
Sever, bibîr xist ku çi dema mafên gelê Kurd bên naskirin, wê pêdivî bi van tiştan jî nemîne û wiha pê de çû: “Em aştiyê dixwazin. Bila Erdogan destê xwe dane ser wijdana xwe. Êdî bila zarokan kurdan neyin kuştin. Em dixwazin mafên gelê Kurd bên qebûl kirin. Em maf û nasnameya xwe dixwazin. Keça gava biçûk bû min şand dibistanê. Dema ji dibistanê vegeriya got, ‘tu çima min dişînî wê dibistanê.’ Ez jî dixwazim zarokên xwe bişînim dibistanên ku tê de perwerdeya kurdî bên dayîn. Bi hezaran salane, ev îşkence li me tê kirin. Êdî bese.”
 
‘EM VÊ ZILMÊ QEBÛL NAKIN’
 
Sever, bal kişand ser tecrîda li Greva Îmraliyê dewam dike û wiha bi dawî kir: “Em dixwazin tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rabe û mafê gelê Kurd bê naskirin. Em yekitiya gelê Kurd dixwazin. Êdî em naxwazin şehîdên me çêbin û mirovên me bên girtin. Divê êdî gelê Kurd bi vî awayî nejî. Bila êdî dayik û bav negirîn. Ma Erdogan qet vê yekê nabîne. Êdî bese. Divê ev zilm bi dawî bibe. Ez vê zilmê qebûl nakim. Dibêjin ku Kurd tune kirine, lê tu carî Kurd tune nabin. Kurd êdî ber bi azadiyê ve dimeşin. Pêwîste ku her kes vê rastiyê bibîne.”
 
MA / Îdrîs Sayilgan