ROJEVA 18'Ê ÇILEYA 2021'AN

  • rojane
  • 09:00 18 Çile 2021
  • |
img

* Rojnamegeran, diyar kir ku binçavkirin û girtin berdewama polîtîkayên bêdengkirinê yên desthilatê ne û ev tişt gotin: “Çeka me pênûsa me ye, em ê bi nivîsê berxwedana xwe bidomînin.”

* Hanim Sever a polîsan 2 caran li wê geriyan û jê xwestin bi pereyan li ber avahiya Rêxistina HDP’ê ya Amedê rûne, bersiva “Keça min ji ber we çû” da polîsan û ji wan re got: “Ez ji bo 3 quriş pere tenezûl nakin ku biçim wê derê rûnim. Ez naxwazim kes jî, biçe wir rûne.”
 
* Hevalên Hrant Dînk ên rojnameger qala Hrant kirin û wekî 'Zimanê heqîqetê' pênase kirin. Rojnamegeran, destnişan kirin ku Hrand dixwest li ser vê axê hemû mirov di nava hev de azad û bi aştî bijîn.
 
* Bawer Berşev ê ji Sekrterya Tora Ziman û Çanda Kurdî diyar kir ku ew ê di 21’ê Sibatê Roja Cîhanê ya Zimanê Zikmakî de li ser medya sosyal de bi sernavê “Ez di zimanê zikmakî de perwerdehiyê dixwazim” kampanya îmzeyan bidin destpêkirin û banga piştevaniya kampanyayê kir. 
 
* Cîgirê Giştî yê PÎA’yê Ahmet Kaya destnîşan kir ku pêwîste kurd di nav xwe de dîplomasiya xwe li pêş bixin û got: “Hem teorik hem jî pratîk divê xebatek hemwest were birêvebirin. Çimkî berpirsiyarek dîrokî ye.”
 
* Hevserokê HDP’a Navçeya Yenîşehîra Mêrsînê Emrah Denîz bi boneya li ser astengkirina daxuyaniyê bi polîsan re nîqaş kir 789 lîre cezayê pere lê hat birîn. Denîz got: “Niha zexta aborî jî li zextên heyî wek binçavkirin û girtinê zêde kirin.” 
 
* Serokê Şaredariya Navçeya Rezanê Huseyîn Beyoglû yê ku pereyê şaredariyê xerc dike û şaredariyê xistiye bin deyn tê nasîn vê car jî ji bo nûçeyên neyînî derbarê wî de dernekevin 9 rojnamevanan û kesên nêzî AKP'ê girtiye kar. 
 
* Di ser qetilkirina belavkarê Rojnameya Ozgur Gundemê Orhan Karaagar de 28 sal derbas bûn. Birayê Karaagar, Eşref Karaagar got: “Orhan rojnameyê ji xwe re kiribû jîngeh. Wî jî wek hevalên xwe yên din li gel dizanibû kuştin heye jî dîsa rojnamegeriyê dikir.” 
 
* Li Mêrdînê Femandarê Hidût ê 2’yemîn Îlkay Kati û leşkerên wî ji bertîl û qaçaxiya koçberan hatibû girtin. Astsûbay Gurkan Sînan îdia dike ku wî ji ber zexta polîsan îfade li ser fermandar daye û li ser vê yekê endamên şebekeyê hatin berdan. 
 
* Parêzerên xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê dê li dijî îşkence, zext û binçavkirinan dê li Edliya Çaglayana Stenbolê gilî bikin. (12.30)
 
* Endamên rêxistinên ciwanan ên polîsan xwestin wan bikin ajan, dê li Şaxa ÎHD'ê ya  Enqerê civîna çapemeniyê lidar bixin. (12.30)