Li Şengalê teqîn: 9 kesan jiyana xwe ji dest dan

  • rojane
  • 16:27 17 Çile 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gundê Şerayxî Bakur a girêdayî Şengalê, mayîna DAIŞ'ê li ser rê danîbû teqiya û di encama teqînê de 8 esker û sivilekê jiyana xwe ji dest dan. 
 
Li gundê Şerayxî Bakur a girêdayî bajarê Şengalê ya Iraqê, eskerên Iraqê xwestin mayîna DAIŞ'ê ya li ser rê danîbû îmha bikin, lê mayîn di wan de taqiya. Di encama teqînê de, 8 esker û sivilekê jiyana xwe ji dest dan. Li gorî agahiyan, yekîneyek taybet a artêşa Iraqê xwest mayîna ji dema DAIŞ'ê ve mabû îmha bike, lê di encama xebatê de, mayîn teqiya û 9 kesan jiyana xwe ji dest dan.