Rêxistinên civak sivîl HDP’ê ziyaret kirin

  • rojane
  • 16:49 29 Îlon 2020
  • |
img
AMED - Li Amedê, nûnerên rêxistina civaka sîvîl, li dijî operasyona binçavkirinên siyasetmedaran Rêxistina HDP’ê ya Bajêr ziyaret kirin û piştevaniya xwe diyar kirin. 
 
Rêveber û endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Hewldana 78’an û Komeleya Ocaxên Çanda Rojhilatê yên Şoreşger (DDKD), li dijî operasyona binçavkirinên siyasetmedaran, Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê ziyaret kirin. Nûnerên rêxistinê civak sivîl di serdana xwe de axivin û gotin: “HDP 3’yemîn partiya mezin a Tirkiyeyê ye. Vîna bi milyonan kese. Wê tu carî bi polîtîkayên zext û teslîm girtinê têk neçe. Em li vê derê piştevaniya xwe ji HDP’ê aşkere dikin.”