Bûldan li Qersê ye: Berpirsiyarê çalakiyên Kobanê AKP ye

  • rojane
  • 15:58 29 Îlon 2020
  • |
img

QERS – Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan bi boneya piştevaniya Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen ê di binçavan de bi xelkê Qersê re hat ba hev û diyar kir ku berpirsiyariyê çalakiyên Kobanê AKP ye û got: “Bîlgen ji bilî xizmeta ji bo gel sûcek din nekiriye.” 

 
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan û şandeya li gel wê bi boneya Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen ê di çarçoveya “Lêpirsîna Kobanê” de hat binçavkirin, çûn serdana xelkê Qersê. Bûldan li Balafirgeha Qersê ji aliyê rêveberên partiya xwe ve hat pêşwazîkirin û pişt re derbasî avahiya HDP’ê bûn. Bûldan li ber avahiya partiya xwe xîtabî gel kir. 
 
‘HDP NEKET Û WÊ NEKEVE’
 
Bûldan diyar kir ku ew ji bo şermezarkirina binçavkirina Bîlgen û armanca piştevaniya xelkê Qersê hatine bajêr û dema ew hatine bi astengkiyan re hevrû mane. Bûldan bal kişand ser biryara qedexekirina şahî û çalakiyan a Walîtiya Qersê û got: “Em hatine vir ku xwedî li vîna gelê Qersê derkevin. Em li dijî desteserkirna destekftiyên gel ku bi hezar ked û têkoşînê hatine vir. Lê destûr nedan rêxistinên me bajêr û navçeyên din. Li vî welatî em nûnerên bi milyonan in. Em li Meclîsê partiya seyemîn a mezin in. Heke serokên giştî yê AKP, MHP’ê bihatana vir wê bi heman sepanan re rûbirû bimana gelo? Lê belê dema mesele dibe HDP, edalet, hiqûq û yasa cuda tên xebitandin. Tevî van hemûyan jî HDP tu demê biçûk nebû, neeciqî quncifî. HDP her tim mezin bû û bi hêz bû. Wê ev sepanên we jî bêtir hêz bide me û em ê bêtir mezin bibin.” 
 
XELK JI XEBATAN KÊFXWEŞ E 
 
Bûldan destnîşan kir ku tevahiya şêniyên Qersê xebatên şaredariyê erênî dibînin û pêşwazî dikin û ji ber vê yekê ew spasiya Hevşaredar Şevîn Alaca û Ayhan Bîlgen û tevahiya xebatkaran dike. Bûldan da zanîn ku wê Ayhan Bîlgen di demek nêz de vegere Qersê û got: “Şaredariya Qersê neket û wê nekeve. Çawa ku tevî hemû zextan û êrişan HDP neket û her ku çû bi hêz bû, Şaredariya Qersê jî wê di şexsê hevşaredarên me de xizmeta xwe bidomîne.” 
 
‘NE HDP, AKP BERPIRSIYARÊ ÇALAKIYÊN KOBANÊ YE’
 
Bûldan destnîşan kir ku AKP her winda dike “rûyê xwe êrişkar nîşan dide” û wiha got: “Dema AKP di anketa de dibîne ku dengan winda kiriye, dest bi van êrişan dike. Wê ev êrişên wan bidomin. Lê belê wê li dijî van êrişên îqtîdarê dê li Tirkiyê siyaseta demokratîk, aştî, azadî û têkoşîna demokrasiyê mezin bibe. Em ê ji bo vê yekê qet gav paş ve neavêjin. Ev soza me ye ji bo gelên Tirkiyê. Heta ku HDP’yî hebin wê ev têkoşîn bidome. Em armanca van operasyonan baş dizanin. 6 sal berê bûyerên qewimîne niha radibin dikin sûc. Ji ber meseleya Kobanê 4 sal berê lêpirsînan dan destpêkirin. Hevalên me ne sûcdar in. Însanên di van bûyeran de jiyana xwe ji dest dan endamên partiya me ne. Gel wê şaxê ji bo Kobanê nekeve daket kolanan û piştevaniya gelê Kobanê kir. Lê niha destên cuda ketine nava vî karî û van bûyeran bi aliyek din ve dikişînin. Însanên me hatine qetilkirin lê HDP’ê dikin berpirsiyar. Naxêr. Berpirsiyarê çalakiyên Kobanê AKP bi xwe ye. Demildest dev ji van xeletiyan berdin. Hevalên me ne sûcdar in. Qet û qet nabe ku hevalên me Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, Ayhan Bîlgen û yên din werin sûcdarkirin. Heta em li ser vê axê aştî, edalet û demokrasiyê tesîs bikin wê ev têkoşîna me bidome.” 
 
‘SÛCEK BÎLGEN HEBE JÎ EW JÎ XIZMET E’ 
 
Bûldan destnîşan kir ku tu sûcek Bîlgen nîne û got: “Ayhan Bîlgen ji bilî xizmetê û alîkariya vî gelî tu sûcek din nekiriye. Ji bilî ku dizî û bêrêbaziyên li şaredariyê hatine kirin û raxistiye ber çavan tiştek din nekiriye. Ayhan Bîlgen îro li Qersê rêyek nû vekiriye. Ev rêya hatiye vekirin rêya ku ji bilî HDP’ê li Qersê nikare qezenc bike ye.” 
 
Bûldan piştî axaftinê li gel rêveberên partiya xwe serdana esnafan û Şaredariya Qersê kir.