Kerestecîoglû: Xwarina kevin didin hevalên me

  • rojane
  • 14:56 29 Îlon 2020
  • |
img

ENQERE - Parlamentera HDP’ê Fîlîz Kerestecîgolû, li ber Midûriyeta Polîsan a Enqerê axivî û got: “Xwarinên kevin didin hevalên. Ger di van şert û mercên pandemiyê de, tiştek bi jiyana hevalên me were, berpirsiyar hûnin.” 

 
Ji bo rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên di çarçoveya “Lêpirsîna Kobanê” de hatin binçavkirin û ji 25’ê Îlonê ve dibin çavan de ne, li ber Midûriyeta Polîsan a Enqerê daxuyanî hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê parlamenterên HDP’ê ve hat dayîn. 
 
ŞERT Û MERCÊN EWLEKARIYÊ 
 
Parlamentera HDP’ê ya Enqerê Fîlîz Kerestecîoglû, diyar kir ku ew dixwazin derbarê rewşa hevalên xwe yên dibin çavan de agahî bigirin, lê ev daxwaza wan tê redkirin û wiha bertek nîşan da: “Em dixwazin bi siyasetmedaran re hevdîtin bikin. Em dizanin ku şert û mercên Midûriyeta Polîsan xira be. Ev 5 rojin hevalên me di hûndir de ne. Em tên vê derê, lê agahiyê nadin me. Ev lêpirsîn veguheriye, lîstikeke pir qirêj. Li Midûriyeta Polîsan pirsgirêka xwarinê heye. Xwarinên kevin didin hevalên me. Ji ber vê 3 hevalên me jehrî bûn. Dîsa hevalên me yên nexweş hene.”
 
‘EMÊ SERÎ NETEWÎNIN’
 
Kerestecîoglû, anî ziman ku zen nekin ku wê ev rewş tim wisan dewam bike û wiha got: “Ger di van şert û mercên pandemiyê de, tiştek bi jiyana hevalên me were, berpirsiyar hûnin. Hûnê tu carî nekarin partiyekê ku nûnertiya ji 20 mîlyonî zêdetir mirov dike, tune bi hesibînin. Em ê tucarî serî ne tewînin. Zen nekin ku wê ev rewş her tim wisan dewam bike. Çi dema ku li welat demokrasî pêş ket, wê her kes bi awayekê adîlane bê darizandin û hesab bide. Ev darizandin siyasiye û em di ferqa vê yekê de ne.”