Li Çewligê operasyona li dijî HDP’ê hat şermezarkirin

  • rojane
  • 14:02 29 Îlon 2020
  • |
img
ÇEWLIG - Li Çewligê operasyona li dijî HDP’ê hat şermezarkirin. 
 
Li Çewligê komek welatî li ber avahiya Rêxistina HDP’ê ya Bajêr km bûn û operasyona li dijî HDP’ê şermezarkirin. Komê ewilî çalakiya rûniştinê li dar xist. Pişt re Hevserokê Rêxistina HDP’a Çewligê Veysî Kaya got ew operasyona li dijî partiya wan pêk hatiye şermezar dikin. Kaya destnîşan kir ku ew ê li dijî îqtîdarê demokrasiyê ava bikin û ew di wê hêzê de ne ku dawî li faşîzmêbînin û got: “Operasyonên pûç nikarin me ji doza me vegerînin. Wê ev yek bêtir me bi hêz bike. Adeta li dijî rêveber û wekîlên me yên berê ku hatine binçavkirin êşkenceyê pêk tînin. Divê demildest dest ji vê nêzîkatiyê berdin. HDP gel e nayê bêdengkirin.”