Li Mersînê binçavkirin hatin şermezarkirin

  • rojane
  • 13:48 29 Îlon 2020
  • |
img
MERSÎN – Li Mersînê HDP’iyan bertek nîşanî binçavkirina Hevseroka HDP’ê ya Bajar Gulbahar Şofer  û Endamê PM’ê Bariş Karabiyik dan û ev tişt gotin: “Heke tişta hevseroka me kiribe sûc be, me jî heman sûcî kiriye”.
 
Di saetên serê sibehê de li Mersînê polisan bi ser malan de girtibû û Hevseroka HDP’ê ya Bajar Gulbahar Şofer  û Endamê PM’ê Bariş Karabiyik binçav kiribûn. Rêxistina HDP’ê ya Bajar, li ber avahiya xwe binçavkirina Şofer û Karabiyik bi daxuyaniyekê şermezar kir. Rêxistina CHP’ê ya Bajar, Rêxistina Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) ya Bajar û pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê jî piştgirî dan daxuyaniya HDP’ê. 
 
Li ser navê girseya ku li hev kom bûbû Cîgirê Hevserokê HDP’ê Ercan Alp axivî. Alp, operasyonên li dijî partiya xwe bi bîr xist û diyar kir ku wê pêşeroj, edalet, wekhevî û demokrasiya welat radestî AKP’ê nekin û ev tişt got: “Heke tişta hevseroka me kiribe sûc be, me jî heman sûcî kiriye”.
 
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.