Li qada navnetewî piştgiriya ji bo HDP'ê didome

  • rojane
  • 13:42 29 Îlon 2020
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Nerazîbûna li qada navneteweyî ya li dijî operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî HDP'ê berdewam dikin. 

 
Ji çar aliyên Kurdistanê gelek partiyên kurd nerazîbûn nîşanî operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî HDP'ê hatin kirin, dan. Li Ewropayê jî Partiya Çep a Ewropayê ku rêxistina sîwanî ya partiyên çep in û li Tûnisê jî Partiya Herka Gel piştgirî dan HDP'ê.
 
'DIVÊ YEKÎTIYA EWROPA BIKEVE NAVA LIV Û TEVGERÊ' 
 
Serokê Partiya Çep a Ewropayê Heînz Bîerbaûm li ser mijarê daxuyanî da û bang li Yekîtiya Ewropayê kir ku bikeve nava liv û tevgerê.
 
Bîerbaûm wiha got: "Erdogan siyaseteke welê dimeşîne ku dixwaze muxalefetê bi her awayî bitepisîne. Bi vê polîtîkayê tê xwestin ku her kesên li ber rêveberiya otorîter a Erdogan radibin bên tepisandin. Di nava şert û mercên vîrûsa koronayê de jî zexta rêveberiya Erdogan a li ser tevgerên siyasî û civakî yên Kurdan bi dawî nebûn. Em van girtinan û betalkirina pîvana serweriya hiqûqê bi tundî şermezar dikin. Yekîtiya Ewropa divê tavilê nerazîbûnê nîşan bide û ji Tirkiyeyê bixwaze ku girtiyên siyasî hemûyan berde."
 
15 PARTIYÊN KURDISTANÎ NERAZÎBÛN NÎŞAN DAN
 
Ji çar parçeyên Kurdistanê 15 partiyên siyasî, însiyatîf û rêxistinên siyasî yên kurd li Hewlêrê li hev kom bûn û êrişên li ser HDP'ê nirxandin. Partiya Kedkar a Kurdistanê, Partiya Komunîst a Kurdistanê, Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurdistanê, Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd/Sûriye, Partiya Azadiyê ya Kurdistanê/Rojava, Partiya Azadiyê ya Kurdistanê /Rojhilat, Tifaqa Kurd a Sûriyeyê, Partiya Lîberal a Kurdistanê, Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), Tevgera Gel a Demokrat a Kurdistanê, Partiya Komarê ya Kurdistanê, Partiya Rizgariyê/Konseya Serokatiyê, Tevgera Rizgariyê ya Demokrat a Kurdistanê, Partiya Demokrat a Kurdistanê li Îranê û Partiya Parastina Kurdistanê daxuyaniyeke hevpar dan.
 
Bi navê partiyên siyasî Bêkes Heme Qadir daxuyanî da û got: "Banga me li civaka navneteweyî ye: Li dijî pêla girtinê ya dewleta Tirkiyeyê ku li dijî rêveber û siyasetmedarên HDP'ê dimeşîne, divê tavilê helwest bê nîşandan. Bila van êrişan bidin rawestandin. Em vê helwesta AKP'ê şermezar dikin."
 
'HDP WÊ BI SER BIKEVE'
 
Partiya Herka Gel a Tûnisê jî bi daxuyaniyekê êriş şermezar kir. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em hîn bûn ku dîktatoriya Erdogan li dijî HDP'ê dest bi operasyoneke berfireh kiriye. Em ji Tûnisê bawer dikin ku hevrêyên me yên HDP'î wê di têkoşîna xwe ya azadî, demokrasî, hiqûqê û civakî de bi ser bikevin. Misoeger e ku tundiya faşîst wê têk biçe. Tevî Erdogan jî sîstema faşîst wê hilweşe. Em operasyonên li dijî HDP'ê bi tundî şermezar dikin û dixwazin girtî tevailê bên berdan."