Ji Girtîgeha Şirnexê 6 girtiyan sewq kirin

  • rojane
  • 12:49 29 Îlon 2020
  • |
img
ŞIRNEX – Hat diyarkirin ji Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê 6 girtiyan sewqî girtîgehên din kirine.
 
Hat hînbûn ku 6 girtî ji Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê sewqî girtîgehên din hatine kirin. Hat hînbûn ku ji girtiyan Yahya Îdîn û Yûsûf Şahîn sewqî Girtîgeha Tîpa L a Jimara 1 a Kahramanmaraşê hatine kirin, Mûsa Kulter sewqî Girtîgeha Tîpa E ya Meletiyê hatiye kirin. Nehat hînbûn ku girtî Nesîbe Kaplan, Celîl Înedî û Osman Beytûr sewqî kîjan girtîgehê hatine kirin. 
 
Hat hînbûn ku dema sewqkirin Mûsa Kulter bi erdê ve hatiye kişandin û derpkirin. 
 
Parlamentera HDP’ê Şirnexê Nûran Îmîr sewqkirina girtiyan û bi erde ve kişandin û derpkirina girtî Mûsa Kulter bir rojeve meclisê û mijarê ji Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul pirsî.