‘Yên dixwazin me bitirsînin bila li dîroka me binêrin’

  • rojane
  • 12:48 29 Îlon 2020
  • |
img
MÊRDÎN – Polîsan li Mêrdînê daxuyaniya Rêxistina HDP’ê ku dixwest li ber avahiya xwe daxuyanî bide çapemeniyê asteng kir. Hevserokê HDP’a Mêrdînê yên dixwazin wan bitirsînin bila li dîroka berxwedana siyaseta wan binêrin. 
 
Rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê bi boneya li dijî binçavkirina siyasetmedarên di çarçoveya “Lêpirsîna Kobanê” niha li emniyeta Enqereyê tên ragirtin xwest li ber avahiya xwe daxuyanî bide çapemeniyê. Polîsan daxuyaniya HDP’ê asteng kir. Polîsan bi îdiayên ku ser terenceyan “qada cemaweriyê ye” û “eskerê jiyana xwe ji dest daye heye” destûr neda daxuyaniyê. Polîsan avahiya HDP’ê dorpêç kir û têketin û derketina avahiyê jî asten kir. Di navbera rêveberên HDP’ê û polîsan de gengeşe derket. Piştî nîqaşê HDP’iyan li ber deriyê avahiya xwe daxuyanî da û çalakiya rûniştinê li dar xist. 
 
Hevserokê HDP’a Mêrdînê Salîh Kuday daxuyanî da û got: “Em baş dizanin çima ev operasyon hatiye kirin. Delîlên 6 sal berê nedîtin niha ji bo gelê me bitirsînin delîlên pûç dibînin. HDP’ê wê çaxê jî çong daneni û niha jî wê çonga xwe daneyne. Heta ku em hebin, em ê li dijî van zextan li ber xwe bidin. Yên ku dixwazin me bitirsînin bila li Apê Mûsayan, Mehmet Sîncaran û dîroka me binêrin. Ew netirsiyan û em jî natirsin.” 
 
Piştî daxuyaniyê HDP’yî bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî berxwedana HDP’ê” û “Zext nikarin me bêzar bikin” dawî li çalakiya xwe anîn.