Ketin û derketina Qersê ji HDP’iyan re hat girtin

  • rojane
  • 12:24 29 Îlon 2020
  • |
img

QERS – Polîsan li Qersê li ser biryara “qedexeya çalakî û şahiyan” a Walîtiyê ketin û derketina bajêr girtin. Polîs destûra kesên dixwazin biçin beşdarî bernameya Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan bibin nadin. 

Walîtiya Qersê duh “qedexeya çalakî û şahiyan” a ji bo 15 rojan ragihandibû. Piştî vê biryarê derketin û têketinên bajêr hemû ji aliyê polîsan ve hat girtin. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan û şandeya li gel wê îro li Qersê serdanan pêk tînin. HDP’yî dibêjin ku ji bo bernameya wan li bajêr ev biryar hatiye derxistin. Kesên ji derveyî bajêr ku dixwazin biçin navenda Qersê beşdarî bernameya HDP’ê bibin tên astengkirin. Polîs biryara walîtiyê hêcet nîşan dide. Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz a qeyûm tayînî şûna wê hatiye kirin xwest ku biçe Qersê beşdarî bernameya partiya xwe bibe lê polîsan ew di ketina bajêr de bi saetan sekinand. Korkmaz bertek nîşanî rewşê da û got ev astengirina azadiya seyahatê ye. 
 
Ev yekem car e Walîtiya Qersê biryara “qedexekirina çalakî û şahiyan” li bajêr digire. Balkêş e ku beriya bernameya Pervîn Bûldan a li Qersê biryarek wiha hat derxistin.