Dadgehê jî pejirand ku ‘Lêpirsîna Kobanê’ dubarebûn e

  • rojane
  • 12:10 29 Îlon 2020
  • |
img

ENQERE – Dadgehê pejirand ku lêpirsîna bi hêceta çalakiyên Kobanê derbarê Hevseroka HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag de hatibû destpêkirin dubarebûyî ye. 

 
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê bi hêceta çalakiyên 6-8’ê Cotmeha 2014’an en Kobanê derbarê Fîgen Yuksekdag de lêpirsîn dabû destpêkirin. Dosyeya lêpirsînê şand 19’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê. Dadgehê dosyeya Yuksekdag jê girtî tê darizandin lêkolîn kir û hilda bin girtekan. Dadgehê diyar kir ku di qismek lêpirsînê de sûcdariyên hatine kirin di fezlekeya 8’emîn a doza wê sereke de jî heman sûcdarî hene û îdiaya sûcdariyê cuda ye. Dadgehê biryar da ku dosyeya lêpirsînê û darizandina doza sereke girêdana fîlî ya hiqûqî heye. 
 
ÇI BÛBÛ?
 
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di 20’ê îlona 2019’an de di çarçoveya lêpirsîna hejmara 2014/146757’an de derbarê Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş de lêpirsînek nû dabû destpêkirin û her du jî di çarçoveya lêpirsînê de hatibûn girtin. 
 
Nêzî salekê ye de derbarê her du hevserokan de jî dozname nehatiye amadekirin. Dosyeya Demîrtaş ji aliyê şandeyek cuda ve tê lêkolînkiirin. 
 
GELEK SIYASETMEDARÊN DIN JÎ HATIN BINÇAVKIRIN 
 
Heman serdozgeriyê di 25’ê îlonê de bi heman lêpirsîna Kobanê derbarê endamên û rêveber û parlamenterên HDP’ê yên berê de lêpirsîn da destpêkirin û derbarê 82 kesan de biryara girtinê da. Di çarçoveya lêpirsînê de niha 20 siyasetmedarên HDP’yî di binçavan de li Enqereyê tên ragirtin. 
 
Ji siyasetmedarên di binçavan de ne Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen jî berê di çarçoveya heman lêpirsînê de 7 meh di girtîgehê de mabû û Dadgeha Qanûna Bingehîn biryar binpêkirinê ji bo Bîlgen dabû. 
 
Parêzerên siyasetmedarên di binçavan de jî diyar dikin ku lêpîrsînek hatiye dûbarekirinê ye. 
 
MA / Bêrîvan Altan