Piştî mehekê kelemçeya di piyê Alinak de hat vekirin

  • rojane
  • 16:11 8 Tîrmeh 2020
  • |
img
QERS – Kelemçeya elektronîk a ku meheke li piyê siyasetmedarê kurd Mahmût Alinak xistibûn hat derxistin. 
 
Siyasetmedar û nivîskarê kurd Mahmût Alinak ku bi cezayê heta hetayê dihat darizandin di danişîna ewilî de bi şertê “hepsa malê” hatibû berdan û kelemçeya elektronîk li piye wî hatibû xistin. Parêzerê Alinak ji bo kelemçe were rakirin serî li Midûriyeta Kontrola Serbestiyê ya Qersê da. Serlêdan hat pejirandin û karmendên çûn mala Alinak piştî mehekê kelepçeyê vekirin.