Beyî ku bibe qeyûm çû!

  • rojane
  • 13:56 8 Tîrmeh 2020
  • |
img

AMED – Muhsîn Eryilmaz ku dema qeyûmê destpêkê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bûbû sekretere giştî yê şaredariyê, bi salan bi qeyûman re xebitî. Eryilmazê ku ji bo bibe qeyûm dora xwe danîbû, herî dawî piştî hevdîtina xwe ya bi Suleyman Soylû ji peywira xwe veqetiya.

Muhsîn Eryilmaz ku di 2’ê mijdara 2016’an de ji aliyê qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Cûmalî Atîlla ve ji Pişkîneriya Wezareta Karên Hundir weke sekreterê giştî tayînî şaredariyê hatibû kirin, careke din vegeriya peywira xwe ya Wezareta Karên Hundir. 
 
QEYÛMÊ VEŞARÎ
 
Eryilmaz, piştî ku weke sekretere giştî tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatibû kirin, weke “Siya Suleyman Soylû” û “qeyûmê veşarî” hatibû binavkirin. Eryilmaz, ji bo ku bi awayekî rasteqîn bibe qeyûm 3 salan li şaredariyê ma, lê encam negirt. 
 
Eryilmazê ku wî û qeyûm Cûmalî Atîlla li hev nekir, dema Hevşaredar Selçûk Mizrakli jî bi raporan nehat kar. Piştî tayînkirina qeyûm Hasan Basrî Guzeloglû a şaredariyê, Eryilmaz careke din vegeriya şaredariyê. Lê ji bo xebatên aktîf nehat peywirdarkirin. 
 
BI SOYLÛ HEVDÎTIN KIR
 
Eryilmaz, piştî Waliyê Amedê Munîr Karaloglû weke qeyûm ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat peywirdarkirin, berê xwe da Enqereyê. Hat hînbûn ku Eryilmaz ji berê ve Karaloglû nas dike û navbera wan tuneye. Piştî ku di 2’ê tîrmehê de bi Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû re hevdîtin pêk anî, Eryilmaz ji Sekreteriya Giştî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê veqetiya.
 
ANGAŞTA KU BIBE QEYÛM
 
Hat angaştkirin ku Eryilmaz di hevdîtina xwe ya bi Soylû re jê xwestiye ku weke qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bê kirin, lê vê daxwaza wî ji aliyê Soylû ve nehat qebûlkirin.