5 ciwanên HDP’yî hatin girtin

  • rojane
  • 11:15 8 Tîrmeh 2020
  • |
img
STENBOL – Li Stenbolê 5 endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ku hatibûn binçavkirin hatin girtin.
 
Li navçeya Esenyûrta Stenbolê di 1’ê tîrmehê de polîsan 9 endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê binçav kiribûn. Piştî îfadeyên wan li emniyetê qediyan ew birin Edliya Çaglayana Stenbolê. Dozger bi daxwaza girtinê ciwanan sewqî dadger kir. Dadger 4 ciwanan berda û 5 ciwanan bi îdiaya “endamên rêxistinê ne û” propaganda rêxistinê kirine” da girtin.