Li Îzmîrê 5 kes hatin binçavkirin

  • rojane
  • 11:14 8 Tîrmeh 2020
  • |
img
ÎZMÎR – Li Îzmîrê 5 kes bi îdiayên “endamên rêxistinê ne” û “propaganda rêxistinê kirine” hatin binçavkirin. 
 
Li Îzmîrê serê sibehê polîsan bi ser gelek malan de girt û li malan lêgerîn pêk anîn. Piştî lêgerîna li malan polîsan 5 kesan bi îdiaya “endamên rêxistinê ne” û “propaganda rêxistinê kirine” binçav kir û birin Miduriyeta Polîsan. Hat zanîn ku kesek hatiye binçavkirin welatiyê Sûriyê ye.