Di fabrîkaya fişekên hewayî de teqîn rû da

  • rojane
  • 12:28 3 Tîrmeh 2020
  • |
img

SAKARYA – Li navçeya Hendeka Sakaryayê di fabrîkaya fîşekên hewayî de teqînek rû da. 

 
Li navçeya Hendekê ya Sakaryayê di fabrîkaya fişekên hewayî de teqînek dijwar rû da. Dengê teqînê li her devera bajêr hat bihîstin ji fabrîkayê dûman kişiya. Fişekên hewayî li ser hev teqiyan. Komên ambûlans û agirkujan sewqî cihê bûyerê hatin kirin. 
 
BERÊ JÎ DU CARAN TEQIYABÛ 
 
Di heman fabrîkayê de du teqînê wek vê teqînê pêk hatin. Di teqîna 18’ê tebaxa 2009’an de kesek di teqînê de jiyana xwe ji dest dabû û 37 kes jî birîndar bûbûn. Her wiha di teqîna 11’ê sibata 2011’an de jî kesek miribû û 10 kes birîndar bûbû.