Keştiya di Gola Wanê noqî avê bû: Hejmara miriyan derket 7’an

  • rojane
  • 11:36 3 Tîrmeh 2020
  • |
img
WAN - Di xebatên lêgerîna keştiya penaber a ku di Gola Wanê noqî avê bû de, cenazeyê kesek din hat dîtin.
 
Li Gola Wanê, keştiya ku penaber bar kiribûn di 27’ê Hezîranê de noqî avê bibû û di lêgerîna rizgarkirinê ya dest pê kiribû de, cenazeyê 6 kesan hatibû dîtin. Xebarên lêgerînê heya roja îro dewam dikir. Di lêgerîna heya niha hat kirin de, cenazeyê kesekê din hat dîtin. 
 
Tê texmînkirin ku di keştiya noqî avê bû de, ji 60 penaberan zêdetir hebûn.