Leyla Guven ji Serokên Ewropayê re name şand

  • rojane
  • 10:23 3 Tîrmeh 2020
  • |
img
AMED - Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, bi armanca balê bikişîne ser desthilatdariya li Tirkiyeyê zêde dibe, ji serokên partiyên siyasî yên Ewropayê re name şand. 
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, bi armanca bale bikişîne ser muhrkirina KCD’ê, binçvkirina 43 kesên di çarçoveya lêpirsîna KCD’ê de hatin binçavkirin, tayînkirina qeyûmên şaredariyên HDP û desthilatdariya li Tirkiyeyê zêde dibe, ji serokên partiyên siyasî û nûnerên saziyên Ewropa re name şand.
 
BAL KIŞAND SER ZEXTAN
 
Guven di nameya şand de bal kişand ser zextên li Tirkiyeyê zêde bûne û wiha got: “Desthilatdariya siyasî ya ku Tirkiyeyê serwer bûye, dixwaze KCD’ê ku vîna civaka sîvîl temsîl dike krîmînalîze bike û bigire û qada wê ya siyasî teng bike.”   
 
KESÊN NAME JI WAN RE HAT ŞANDIN
 
Di nava kesên name ji wan re hat şandin de, Serokê Parlamentoya Ewropa Davîd Sassolî, Serokê Komîsyona  Ewropa Ursula von der Leyen, Nûnerê Bilind ê YN Josep Borrell, Sekretera Giştî ya Konseya Ewropayê Marîja Buric, Serokê AKPM Rik Daems û Serokê Koma AKPM, Lîderên Koma Parlamentoya Ewropayê, Konseya Ewropa, Nûnerên Mafên Mirovan Neteweyên Yekbûyî û Yekitiya Navberên Parlamenteriyan û nûnerên saziyên têkiliya wan bi Tirkiyeyê re  heyîn.