Fikara pêşerojê ya xwendekarên zanîngehê

  • rojane
  • 09:05 3 Tîrmeh 2020
  • |
img

EDENE - Xwendekarên Zanîngeha Çûkûrovayê ku bandor ji şewbê û krîza aborî girtine, diyar kirin ku îqtidarê ew bêpêşeroj hiştine û gotin, rizgarî bi têkoşîneke rêxistinbûyî pêkan e. 

Xwendekarên Zanîngeha Çûkûrovayê ku ji ber şewba Covîd-19'ê û krîza aborî fikara pêşerojê li wan peyda bûye, destnîşan kirin ku rizgarî bi têkoşîneke rêxistinbûyî pêkan e. 
 
Xwendekar û Endama Hêzên Şoreşger a Ciwana (Dev-Guç) Yeşîl Tukel, destnîşan kir ku bi şewbê re krîza aborî kûrtir bûye. 
 
Tukel, anî ziman ku hem krîza aborî hem jî şewbê bandoreke mezin li ciwana kiriye û got, bi şewbê re mafê wan î perwerdehiyê ji dest wan hatiye girtin û bi krîza aborî re jî xizanî û bêpêşerojî li wan tê ferzkirin. Tukel, bilêv kir ku di dema pêvajoya "dimaldemayînê" kedkar mecbûr bûn bişixulin û got: "Her ev pêvajo bû sedem ku şideta li ser jinê zêde bibe û jin di mal de bimînin û tevî darbestên xwe ji mal derkevin." 
 
MAFÊ PERWERDEHIYÊ 
 
Tukel, anî ziman ku bi perwerdehiya ji dûra mafê wan ê perwerdehiyê sekte xwariye û got: "Mafê me y perwerdehiyê hat xespkirin. Çimkî ji bo vê temelekî têkûz tunebû. Her wiha gelek hevalên me jî telefon û komputerên wan ê baqil tunebûn ku têkevin van qenalên perwerdehiyê." 
 
Tukel, ji bo krediyên KYK'ê jî got: "Kredî têra me nedikirin. Malbatên gelek eksan betal man û ji ber krediyê hecz hat ser malên bi dehan xwendekaran." 
 
Tukel, anî ziman ku betalî û xizanî mirovan ber bi întiharê ve dibin û got: "Ciwan di her wextî de bi êrîşên dewletê re rû bi rû mane. Çimkî di her serdemê de ciwan dînamîkên têkoşîna şoreşger bûne. Hem li dijî êrîşên dewletê hem jî li dijî xizanî û bêpêşerojê tekane rêya rizgariyê têkoşîna rêxistinbûyî ye." 
 
FIKARE JI BO PÊŞEROJÊ 
 
Xwendekar û Endamê Desteya Rêvebir a Ciwanên Kedê Mesût Baylav, destnîşan kir ku di dema krîzê de kapîtalîzmê krîz û nakokiyên heyî xuyangtir dike û pê re jî kûrtir dike. Baylav, anî ziman ku pêvajoya pandemiyê ji bo ciwanan bûye sedema gelek prisgirêkan û got: "Her diçe fikara ciwanan a ji bo pêşerojê zêdetir dibe. Karwanê betalan zêde dibe. Her wiha perwerdehiya ji dûra jî bû sedema gelek prisgirêkan. Ji ber bingeha wê ne têkûz bû xwendekarên zanîngehê û lîseyê mexdûr bûn. Îqtidarê di vê pêvajoyê de ji bo ciwan, karker û kedkaran tu gav neavêtine. Îqtidarê tenê ji bo patronan kir û ciwan û kedkaran jî di nav nediyariya pêşerojê de heps dike."
 
MA / Hamdûllah Kesen