Prz. Alataş: Daraz ji bo bersûcên doza JÎTEM'ê biparêze xebitî 2019-12-14 12:08:26 ENQERE - Parêzerê dosyaya Doza JÎTEM'a Enqereyê Prz. Yusuf Alataş, biryara beraeta bersûcan wekî "biryara dewletê" pênase kir û wiha got: "Daraz, ji bo bersûcên doza JÎTEM'a Enqereyê biparêze xebitî."  Danişîna biryarê ya doza 19 kesên di navbera salên 1993-1996’an de li Enqere û bajarên derdora wê bi darê zorê hatin windakirin û kuştin a “Doza JÎTEM’ê ya Enqereyê”, di 13'ê Kanûnê de li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat dîtin. Di danişînê de heyeta dadgehê xwesteka dozger pêk anî û derbarê bersûcan de biryara beratê da. Parezêrê dozê Yusuf Alataş, biryara dadgehê nirxand û wiha got: "Darazê ji bo sûcê doza JÎTEM'a Enqereyê biparêze dixebite. Mixabin edalet ji despêka dozê heta niha hewl da sûc paqij bike. Darizandin li ser esasê parastina sûc pêş ket. Hemû saziyên dewletê ji bo ev doz negêje rastiyê çi ji destê wan hatin kirin. Mînaka vê yekê jî dema der barê Mehmet Agar de agahî hat xwestin, Wezareta Karên Hundir got ‘Der barê Mehmet Agar rastî tu agahî û belgeyan nehatiye' û bersîv da dadgehê. Tiştekî wisa çawa pêkan e?    BI ÎFADEYA ÇARKIN DOZ HAT VEKIRIN   Alataş, anî ziman ku li ser îfadeya bersûc Ayhan Çarkin, doz hat vekirin û wiha lê zêde kir: "Îfadeya Çarkin yek ji delîlên herî girîng bû. Li ser îfadeyên Çarkin, dozger îdîaname amade kir. Lê mutalaa û îfade li dijî hev in. Parastin ku aqilê Çarkin ne li serê wî ye. Saziya Tipa Edlî li ser daxwaza dadgehê rapor amade kir û diyar kir ku aqilê Çarkin li cih e. Li gel vê rapora Saziya Tipa Edlî jî dozger parast ku aqilê Çarkin ne li cih e."      'ENCAMA DADGEHÊ BIRYARA DEWLETÊ BÛ'   Atalaş biryara dadgehê wekî "biryara dewletê" pênase kir û wiha lê zêde kir: "Ev cînayetên faîl nediyar, bi biryar û agahiya Serokwezîr, Serokomar, Lijneya Ewlehiya Neteweyî (MGK),  Teşkîlata Îstîxbatara Neteweyî (MîT), Wezîrê Karên hûndir û hemû saziyên dewletê yên wê demê pêk hatin. Ev cînayetên siyasî ne. Li dijî karsazên Kurd û siyasetmedarên Kurd pêk hat. Xwestin siyaseta Kurd belav bikin. Ev di civînên Lijneya Ewlehiya Neteweyî de hatin diyarkirin. Kesên niha darizandina wan hatin bi dawîkirin jî wê demê wekî amûr hatin bikar anîn."    GER KU VÎNA DEWLETÊ YA PAŞEROJA XWE BIBÎNE Û QEBÛL BIKE TUNE BE...   Alataş herî dawî anî ziman ku ger vîna dewletê ya paşeroja xwe binere û pêkanînên xwe qebûl bike tune be, wê demê daraz nikare serbixwe be. Mirov nikare li benda darazê be ku biryarê adîl bide, be. Em dê şopdarê dozê bin. Pêwist e em dê biçin serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bidin. Heta dawî em ê têkoşîna xwe berdewam bikin."      MA / Zemo Aggoz