‘Bi hêncetên dûrî aqil ceza li sivîlên Efrînê birîn’ 2019-12-14 10:07:09 HATAY – OSO’yê 11 sivîl ji Efrînê revandibû û radestî MÎT’ê kiribû. Ev 11 sivîl bi kuştina du eskeran hatin tewanbarkirin û cezayê hefsê li wan hat birîn. Parêzer Suphî Zarîf diyar kir ku bi hêncetên "dûrî aqil" cezayên giran li şêniyên Efrînê hatiye birîn û ew ê biryara cezakirinê bibin Dadgeha Îstînafê.   Di dema operasyona li dijî Efrînê de endamên “Artêşa Azad a Sûriyê (OSO)” 11 welatiyên sivîl ên ji Efrînê revandibûn û teslîmî MÎT’ê kiribûn. Medya îqtîdarê van 11 sivîlan bi eleqedarî mirina du eskeran ku di “operasyonek taybet” de hatine binçavkirin dida nîşandan. Derbarê sivîlan de li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Hatayê doz vekir û biryar da.    Di danişîna biryarê de welatiyên sivîl ên girtî parastina xwe kirin û tewanbariya li ser xwe red kirin û îfadeyên wan bi îşkencekirinê hatine girtin. Sivîlan got ew bêsûc in.    Parêzeran jî da zanîn ku îfadeyên miwekîlên wan di bin îşkencekirinek giran de hatine wergirtin. Parêzeran anî ziman ku her du esker bi parçeyên şarapnele jiyana xwe ji dest dane û vê raporê pêşkêşî heyeta dadgehê kirin e û xwestin miwekîlên wan werin berdan û beratkirin.    Lê tevî hemû parastinan jî heyeta dadgehê bi angaşta “Xerakirina yekîtî û hevgirtina dewletê”, “Bi qestî kuştin” û “endamtiya rêxistinê” li 7 kesan cezayê 3 caran ê mubeta girankirî birî. Dadgehê li 4 kesan jî bi angaşta “Endamtiya rêxistinê” li her yekê 12 sal cezayê hefsê li wan birî.    ‘MOHRA XWE LI BÊHIQÛQIYEK MEZIN DANE’   Ji parêzerên li dozê dinêrin parêzer Suphî Zarîf bertek nîşanî biryara dadgehê da û got: “Dadgehê mohra xwe li bin bêhiqûqiyek mezin daye. Bêsûciya miwekîlên me pişt guh kirine. Di dosyeyê de tu delîl tune ne. Di bin îşkenceyê de îfadeyên miwekîlên me digirin. Yanî di binçavan de lêpirsîn nehatiye kirin. Ne mimkin e mirov bêje bi hiqûqî hatine lêpirsînkirin û darizandin.”    ‘HINCETÊN DÛRÎ AQIL IN’    Zarîf anî ziman ku berê ji bo miwekîlên wan îfade hatine amadekirin û bi miwekîlên wan bi darê zorê girteka îfadeyê îmze kirine. Zarîf got gefên giran li miwekîlên wan hatiye xwarin û wisa îfadeyên wan îmze kirine. Zarîf destnîşan kir ku miwekîlên wan bi hêncetên "dûrî aqil" hatine sûcdarkirin û cezayên giran li miwekîlên wan birîne. Zarîf got ew ê biryara cezakirinê bibin Dadgeha Îstînafê.   MA / Hamdullah Kesen