Serlêdana Togrûl a îstînafê hat redkirin 2019-11-19 12:30:12   DÎLOK - Daîreya Cezayê 18’emîn a Dadgeha Edlî ya Herêma Dîlokê, serlêdana îtîrazê ya Parlamenterê HDP’ê Mahmût Tugrûl a têkildarî 2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê yê dadgeha herêmî bi sûcdariya “Propagandeya rêxistinê kirin” lê birîbû red kir.     Daîreya Cezayê 18’emîn a Dadgeha Edlî ya Herêma Dîlokê, serlêdana îtîrazê ya Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Dîlokê Mahmût Tugrûl a têkildarî 2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê yê 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Dîlokê bi sûcdariya “Propagandeya rêxistina terokê PKK/KCK’ê kirin” lê birîbû, red kir   18’emîn Daîreya Ceza, dosyeya ku Togrûl îtîraz kiribû, lêkolîn kir. Daîreyê biryar da ku di biryara dadgeha herêmî de kêmasî tuneye û ji ber vê serlêdana Togrûl red kir. Parêzerê Togrûl wê biryara dadgeha herêmî bibe Dadgeha Bilind.