Tirkiyê êrîşi gundê Zirganê kir 2019-10-21 17:52:14     SERÊKANIYÊ - Li gel biryara agirbestê TSK'ê êrîşî gundê Zirganê kir. Şervanên QSD‘ê yên li eniyên gundên bajarokê Zirganê yê Serêkaniyê di çarçoveya mafê parastina rewa de bersiva da êrîşên TSK'ê.     Tirkiye di 9'ê Cotmehê de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi tang, top û balafirên şer dest bi êrîşan kiribu. Piştî DYA û Tirkiyeyê di 17'ê cotmehê de agirbest îlan kir, QSD'ê hêzên xwe yên li Serêkaniyê paşve kişandin. Lê li gel ve yekê hat diyarkirin ku TSK'ê û hêzên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê, êrîşî gundên bajarokê Zirganê yê Serêkaniyê kirine. Şervanên QSD'ê di çarçoveya mafê parastina rewa de berisv da êrîşan. Hat destnîşankirin ku hêzên QSD'ê panzêrek  rûxandin û gelek esker kuştin.