Rêdûr Xelîl: Ji bo ku agirbest mayînde bibe em ê heya rêya M4 hêzên xwe vekişîn in 2019-10-21 13:09:45 NAVENDA NÛÇEYAN - Berpirsê Têkiliyên Derve yê QSD'ê Rêdûr Xelîl, diyar kir ku hêzên wan wê li gorî peymana agirbestê ji hemû deverên hatine diyarkirin vekişin û got: "Lê divê DYA jî, ji bo ku garantorê agirbestê ewe, binpêkirina agirbesta dewleta Tirkiyeyê bişopîne." Berpirsê Têkiliyên Derve yê Hêzên Demokratîk a Sûriyeyê (QSD) Rêdûr Xelîl, derbarê agirbesta di navbera DYA û Tirkiyeyê de, ev nirxandin kirin. Xelîl, diyar kir ku hêzên wan wê li gorî peymana agirbestê ji hemû deverên hatine diyarkirin vekişin û got: "Lê divê DYA jî, ji bo ku garantorê agirbestê ewe, binpêkrina agirbesta dewleta Tirkiyeyê bişopîne."   'EMÊ BERPIRSIYARTIYA XWE  BI CIH  BÎNIN'   Xelîl, da zanîn ku ji bo ku êrîşên Tirkiyeyê û çeteyên wan ên li dijî Bakurê Rojhilatê Sûriyê bi temamî rawestin, ew li gorî agirbesta di navbera Tirkiye û DYA'yê de tevbigerin, lê Tirkiye agirbestê binpê dike û êrîşên xwe didomîn e. Em ê li gorî agirbestê hêzên xwe yên di navbera Serêkaniyê û Girê Spî de, heya rêya M4 vekişînin û bi vî awayî ji bo ku agirbest mayinde bibe, berpirsiyariya dikeve ser me, em ê bi cih bîn in."