Rojnameger ji Şaredariya Peyasê derxistin û derî girtin 2019-10-21 12:42:56   AMED - Polîsan mudaxileyî koma xwestin hinceta girtina qata serokatiyê ya Şaredariya Peyasî fêr bibin kirin, rojnameger ji şaredariyê derxistin û ketina şerederiya bi mertalan girtin.    Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê (DBB) Selçûk Mizrakli yê qeyûm tayînê cihê wî hat kirin, Hevşaredara Navçeya Peyasê Kezîban Yilmaz, Hevşarêdarê Bîsmîlê Orhan Ayaz û Hevşaredara  Karazê Rojda Nazlier di çarçoveya lêpirsînekê ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê bi rêve bir de serê vê sibê hatin binçavkirin.    Ligel ku lêgerîna li Şaredariya Peyasê bi dawî bû jî, destûr nayê dayîn ku kes bikeve qata serokatiyê. Parlementerên HDP’ê Salîha Aydenîz û Dersim Dag, derktin qata serokatiyê hinceta girtina qata serokatiyê ji polîsan pirs kirin. Polîsan li ser vê yekê mudaxileyî Aydenîz, Dag û endamên meclîsê  kirin. Komê di mudaxileya polîsan de dirûşmeyên “Zext wê nekarin me teslîm bigirin”, “AKP’a faşîs ji şaredariyên me biqewire” û “Bi berxwedanê me qezenc bikin” berz kirin û polîs şermezar kirin.    ROJNAMEGER DERXİSTİN DERVE    Polîsan, di avahiya şaredariyê de cara duyemîn mudaxileyî komê kirin û rojnameger ji avahiya şaredariyê derxistin. Polîsan li ber deriyê avahiya şaredariyê girtin, destû nadin ku kes têkeve avahiya şaredariyê. Ablûkeya derdora şaredariyê dewam dike. Parlementer Salîha Aydenîz û Dersim Dag di nava avahiyê de û rêveberên HDP’ê  jî li derveyî avahiyê radiwestin.    DAXUYANIYA ÇAPEMENIYÊ WÊ BÊ DAYÎN   HDP, wê derbarê binçavkirinên hevşaredaran û serdegirtinên şaredariyan de saet 13.00’an li ber avahiya Şaredariya Peyasê daxuyanî bide çapemeniyê.