Li Mêrdîn û Şirnexê 6 girtî hatin sewqkirin 2018-12-12 13:00:40   MÊRDÎN / ŞIRNEX – Li girtîgehên Mêrdîn û Şirnexê 6 girtî sewqî girtîgehên cuda hatin kirin.    Girtiyên bi navê Ahmet Alp, Haşîm Gezer û Seyîthan Yaman ên li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê sewqî Girtîgeha Jimara 2’an a Ewlehiya Bilind a Xarpêtê hatin kirin. Girtî Fahrettîn Taş û Abdulcelîl Akgul jî sewqî Girtîgeha Tîpa H a Erziromê hatin kirin.    KOKEL BABAT SEWQ KIRIN    Girtiyê bi navê Kokel Babat (38) ê li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê girtîbû jî sewqî Girtîgeha Tîpa T a Beşîkduzu ya Trabzonê hat kirin.    Babat di 23 cotmehê de li navçeya Qilebana Şirnexê di encama gulebarana esker û cerdevanan de birîndar bibû û bêyî ku baş bibe hatibû girtin. Malbatê got tenduristiya Babat ji roja ewil baştir e û di hucreya yek kesî de tê ragirtin.