Ozturk: Ji bo şikandina tecrîd divê em xwedî çalakiya Guven derbikevin 2018-12-10 14:42:11   RIHA - Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk bertek nîşanî binçavkirinên li Rihayê da û got: “Ji bo şikandina tecrîda li ser Ocalan divê em xwedî çalakiya Leyla Guven derbikevin.”   Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamenterê HDP’ê yê Agiriyê Berdan Ozturk, ji bo hin hevdîtinan hat Rihayê û çû serdana Rêxistina HDP’ê ya bajêr. Ozturk, li vê derê di daxuyaniya da bak kişand ser çalakiya Leyla Guben û got: “Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan berdewam dike. Hevseroka KCD’ê Leyla Guven li dijî vê tecrîdê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem kir û çalakiya wê di roja 33’emîn de berdewam dike. Di rojên derbas bûyî de polîsan bi ser avahiya partiya me ya bajêr de girtin, endam û rêveberên partiya me binçav kirin. Ev bêhiqûqiyek mezine.”    ‘DÊ GEL QEZENC BIKE'   Ozturk, da zanîn ku ev sê salin tecrîdek daîmî li ser Birêz Ocalan heye û wiha bilêv kir: “Ji bo ku ev tecrîd bê şikandin û aştî li welat pêş bikeve, divê em xwedî çalakiya Leyla Guven derkevin. Ger tecrîd girantir bibe, dê Tirkiye bi awayekê giştî ji azad û demokrasiyê dûr bikeve. Birêz Ocalan aktorekê mezin ê aştiyê ye. Ji bo şikandina tecrîdê, berpirsiyarî dikeve ser milê hemû kesan. Divê hemû kes berpirsiyartiyên xwe bîn in cih. Ev roj jî dê derbas bibin. Teqez dê gelê Kurd û hemû gelên Tirkiyeyê qezenc bikin.”   Ozturk piştî daxuyaniyê çû serdana rêxistinên civaka sivîl ên li bajêr.