Ji bo Amedê hişyariya firtûnê hat kirin 2018-12-10 11:56:23   AMED -  Ji bo navend û navçeyên Amedê, hişyariya firtûneyê hat kirin.    Hat diyar kirin ku li Amed û bajarên herêmê, dê dem bi dem tavî bibare. Ji ber vê li gorî nirxanên herî dawî yên Midûriyeta Herêma 15’emîn a Meteorolojiyê li herêmê heya roja Pêncşemê, dê tavî bibare û  firtûne rabe. Firtûne dê di saetên şevê de destpê bike heya şava Sişemê berdewam bike.    WELATÎ HATIN HIŞYAR KIRIN     Ji ber firtûneye rabe welatî di warê zehrîbûna sobe û gaza xwezayî de hatin hişyar kirin.