Li Êlihê teqînek çêbû: 4 zarok birîndar bûn 2018-08-14 18:52:32   ÊLIH – Li Taxa Yeşîltepe ya Êlihê li malekê teqînek çêbû. Di teqînê de 2 jê giran 4 zarok birîndar bûn.    Li Taxa Yeşîltepe ya Êlihê li malekê teqînek çêbû. Li gorî îdiayê zarokên bi navê M.D. (6), S.D. (5), E.D. (11) ve H.D.(12) bi maytapekê lîstine û ew maytap bi wan teqiyaye. Di teqînê de 2 jê giran 4 zarok birîndar bûn.    Piştî teqînê polîs û ekîbên tenduristiyê çûn cihê bûye. Zarokên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ay Herêmê ya Êlihê. Hat hînbûn ku der barê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.