ROJEVA 22'YÊ KANÛNA 2025'AN 2025-12-22 09:00:55   * Bang û manîfestoya Abdullah Ocalan a ji bo "Aştî û Civaka Demokratîk", di sala 2025’an de bû rojeva sereke ya Kurdan. Kurdan, ji aliyekî ve xwedî li pêvajoyê derketin, ji aliyê din ve jî ji bo aştî, yekitiya neteweyî ya demokratîk û perwerdehiya bi zimanê dayikê li qadan bûn. (PANORAMA)   * Reqaya ku bi komunan ji nû ve di nava xweliyên xwe de geş bûye, şopa wêraniyê lê nemaye û bi 3 zimanan xizmetê dide. Hevserokê Meclisa Gel Mişlep Turkan got: "Min qet nedianî bîra xwe ku ez ê rojekê bi jinekî re bajêr bi rê ve bibim." Hevseroka Meclisa Gel Hêvîn Îsmaîl jî diyar kir ku, "Em ji kesên ku malbatên me tune kirine re dibêjin ‘Hûn bi xêr hatin.’ Ji ber ku em dixwazin îdeolojiya hatiye bicihkirin biguherînin." (DOSYA)   * Li gorî daneyên Baroya Rihayê û AYHED’ê, li bajêr di 21 mehan de li hezar û 260 jinan tundî hatiye kirin û 859 zarok jî hatine îstîsmarkirin.   * Parêzer Muharrem Şahîn bal kişand ser nakokiya Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî ku di destpêka pêvajoyê de soza "mafê hêviyê" dabû, lê di rapora ku partiya wî pêşkêşî Meclisê kir de li dijî sepandina vî mafî derketiye û got: "Ger hûn aştiyê bixwazin, divê hûn mafê hêviyê bi cî bînin."   * Rewşa rojnameger Huseyîn Aykol dê were şopandin.   *Çalakiya nobetê ya xizmên kesên di erdheja 6'ê Sibatê de jiyana xwe ji dest dan li dijî Paketa Darazê ya 11'an a li Parka Cemal Sureya dane destpêkirin dê bidome.    * Komîsyona Jinan a OHD'ê dê têkildarî serlêdana xwe ya têkildarî heqaretên li siyasetmedara Kurd Leyla Zana hatine kirin, li pêşiya Edliyeya Amedê daxuyaniyê bide. (12.00)   * Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê dê bi CHP û EMEP'ê re hevdîtinê bike. (12.00-16.00) ZINDÎ   * DFG û MKG dê ji bo bîranîna rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ku di 19'ê Kanûna 2024'an de ji hêla Tirkiyeyê ve bi SÎHA'yan hatin qetilkirin, dê li Şaxa Hejmar 1 a Egîtîm Senê ya Îzmîrê çalakiyê li dar bixe. (14.00)   * Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş dê li Meclisê bi koordînatorên partiyên siyasî re bicive. (16.00)