DEM Partiyê li ber Girtîgeha Sîncanê bang kir: Divê îktîdar li gorî pêvajoyê tevbigere 2025-11-05 13:49:15 ENQERE - Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît li pêşiya Girtîgeha Sîncanê xwest girtiyên siyasî bên berdan û wiha bang li îktîdarê kir: “Em bang li îktîdarê dikin ku li gorî ruhê pêvajoyê tevbigere.”   Serokwekîlên Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sezaî Temellî û Gulistan Kiliç Koçyîgît, wekîlên partiyê û nûnerên rêxistinên bajar û navçeyê yên Enqereyê bi boneya salvegera 9’emîn a operasyonên qirkirinên siyasî yên 4’ê Mijdara 2016’an, li pêşiya Kampusa Girtîgeha Sîncanê daxuyanî dan. Partiyî û nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî tev li daxuyaniyê bûn.    Gulistan Kiliç Koçyîgîtê diyar kir ku Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de gelek siyasetmedar bi awayekî derhiqûqî hatine girtin û got: “HDP’ê di sala 2015’an de karî bi tena serê xwe têkeve hilbijartinan û AKP ji îktîdarê xist. Roj bi roj mezin bû. Îktîdara ku HDP weke gef dît, ji bo tesfiyekirina siyasetmedarên HDP’î ‘Doza Kompasê ya Kobanê’ îcad kir.”    'GIRTIYAN DEMILDEST BERDIN’   Gulistan Kiliç Koçyîgîtê 3 biryarên binpêkirinê yên DMME’yê bi bîr xist û got: “DMME’yê got ku ev doz dozên siyasî ne, bingeheke wê ya hiqûqî tune ye û di şexsê birêz Demîrtaş de biryar da. Divê nêzikatiyeke biryarên DMME’yê esas digire têkeve meriyetê. Divê hevalên me yek rojê jî girtî nemînin. Divê Birêz Demîrtaş, birêz Yuksekdag û hemû girtiyên din tavilê bên berdan.”    'ROJÊN EM BI HEV RE TÊBIKOŞIN NÊZ IN’    Gulistan Kiliç Koçyîgît, bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û ev bang kir: “Em bang li tevahiya meqamên dewletê dikin ku li hiqûqê vegerin û edaletê pêk bînin. Azadiya hevalên me asteng nekin. Em di pêvajoyeke nû de ne. Divê hemû hevalên me yên ji ber daxwazkirina aştiyê hatine girtin tavilê bên berdan. Her cihê em diçinê pirsa ‘hem pêvajo heye hem jî siyasetmedar girtî ne’ ji me tê kirin. Divê girtî tavilê bên berdan. Ev, pêwîstiyên çareseriyê ne. Em bang li hikûmetê dikin ku pêwîstiyên çareseriyê cîbicî bike, li gorî ruhê pêvajoyê tevbigere û bêhiqûqiyan ji holê rake. Rojên em di demekî nêz de tevî hevalên xwe têbikoşin nêz in.”    Daxuyanî, bi çepikan bi dawî bû.