Di çarçoveya lêpirsîna Şaredariya Antalyayê de 8 kes hatin binçavkirin 2025-11-05 12:20:03   ANTALYA - Di çarçoveya "bertîlê" ya li hemberî Şaredariya Bajarê Mezin a Antalyayê de, 8 kesên din jî hatin binçavkirin.    Di çarçoveya lêpirsîna "bertîlê" ya li hemberî Şaredariya Bajarê Mezin a Antalyayê de, operasyoneke din jî hat lidarxistin. 8 kesên ku li malên wan lêgerîn hat kirin, hatin binçavkirin.    Berê di çarçoveya lêpirsînê de Şaredarê Bajarê Mezin a Antalyayê Mûhîttîn Böcek ji peywirê hatibû dûrxistin.